Protestoyên tecrîdê didomin: Kurd li her derê daketin qadan
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina grevên birçîbûnê Kurdên li Ewropayê daketin qadan.
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo balkişandina grevên birçîbûnê Kurdên li Ewropayê daketin qadan.
Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye jin li pêşiya Parlementoya Îngîltereyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
Di çalakiyê de belavok hate belavkirin û sloganên ‘Tirkiyeya terorîst’ hate berzkirin.
PARÎS
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo hevgirtina grevên birçîbûnê li Gare de Nordê çalakiya bêîtaetiya sivîl hate lidarxistin.
Çalakgeran çalakiya rûniştinê dan destpêkirin û sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Em hemû Leyla Guven in’ berz kirin.
Di çalakiyê de derbarê grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin.
BASEL
Ji bo protestokirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo hevgirtina grevên birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin li Baselê çalakiya zincîra bi mirovan hate lidarxistin.
Çalakî li Claraplatzê hate lidarxistin û di çalakiyê de posterên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya derxistina deng û zincîra mirovan hate lidarxistin. Çalakgeran dovîzên ku li ser wan ‘Leyla Guven 85 roj in di greva birçîbûnê de ye. Li Strasboûrgê 15 Kurd 46 roj in di greva birçîbûnê de ye’ hatin hildan.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê ji bo balkişandina ser berxwedana grevên birçîbûnê standa agahdarkirinê hate vekirin. Jinan li navenda bajêr stand vekirin û belavok belav kirin.
DÛÎSBÛRG
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê ji bo balkişandina ser tecrîda li ser Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Kurd û dostên wan saet di 18.00’an de li Konîgstrê hatin ba hev û sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’, ‘Tecrîd sûcê mirovayetiyê ye’ berz kirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê Kurdan li pêşiya Parlementoya Hollandayê çalakiyek lidarxistin.
Di çalakiyê de slogana ‘Azadî ji Ocalan re’ hate berzkirin.