Yîgît û Agaoglû: Heta encam bigire wê çalakiya me bidome
Kurdistaniyên bi navê Sûltan Yîgît û Şiyar Agagolû ên li Ewûstûryayê dijîn, piştî meşa duh dest bi çalakiya grevê ya bêdawî-bêdorveger kiribû.
Kurdistaniyên bi navê Sûltan Yîgît û Şiyar Agagolû ên li Ewûstûryayê dijîn, piştî meşa duh dest bi çalakiya grevê ya bêdawî-bêdorveger kiribû.
Du Kurdistaniyên dest bi çalakiya grevê ya bêdawî-bêdorveger kirin, ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku heta çalakiya wna bigihêje encamê wê çalakiya xwe bidomînin.
Berxwedana grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin her roja diçe mezin û belav dibe.
Piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 17’ê Kanûnê bi tevlîbûna 14 Kurdistanî, siyasetmedar, rojnamevan û aktivîstan destpêkir û şûnde, bi rêzê ve li Galler, Kanada, Hollanda û piştre jî li du Kurdistaniyên bi navê Sûltan Yîgît û Şiyar Agagolû ên li Viyana ya Elmanyayê dijîn jî dest bi çalakiyê kirin.
Her du çalakvan ên ji ANF’ê re axivîn gotin: “Heta Rêberê Gelê Kurd azad nebe, gelê Kurd azad nabe.”
‘PIŞTGIRIYA BI GREVÊN BÊDAWÎ-BÊDORVEGER RE KÊM IN’
Sûltan Yîgît diyar kir ku rewşa Leyla Guven a di çalakiya grevê bêdawî û bêdorveger de li ber krîtîkê ye û got: “Me dît ku bi çalakiyên bêdawî û bidorveger piştgirîkirina berxwedana van hevrêyan têrê nake ji bo wê ez jî ketim greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.
Yîgît çalakiya Nasir Yagiz û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç ên duh rewşa wan giran bibû jî bibîr xist û got: “Her du heval jî li nexweşaneyê dermankirin nepejirandin û çalakiya xwe didomîne.”
Yîgît got: “Bi salan e ku em agahî ji Rêberên xwe nagirin, em ti agahî ji rewşa Rêberê xwe nagirin, tu kes agahiyek jê nizane. Divê tecrîd tavilê bi lezgîn bi dawî bibin.”
Yîgît anî ziman ku armanca wan bidawîkirina tecrîdê ye û got: “ Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd her tişt e. Armanca me di salvegera Komploya Navneteweyî de şikandina tecrîdê û komploya navneteweyî valaderbixin.”
‘LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ DI GREVÊ DE NE’
Şivan Agaoglû diyar kir ku divê li dora Ocalan û berxwedêrên grevê xelekek ji agir çêbikin û got: “Em li vir didin nîşandan ku ew ne bi tenê ne, ev berxwedan wê mezin bibe. Çalakiya me çalaikiyeke ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîdê ye.”
Agaoglû bal kişand ser çalakiya xwe û got: “Çalakiya me ji bo şikandina tecrîda li ser Ocalan, dîsa rawestandina polîtîkayên qirker ên li ser Gelê Kurd û protestokirina êrîşên li ser Başûrê Kurdistan, Efrîn û Rojava ye. Azadiya Rêberê me azadiya gelê me ye, azadiya gelê Kurdistanê azadiya Rêberê me ye. Em ê bi vê berxwedanê serketinê bidest bixin.”