Rojnamevan Gulistan Çiya Îke ya yek ji berxwedêrê greva birçîbûnê ya li Strasobûrgê ye tevlî weşana Stêrk TV bû bal kişand ser rewa krîtîk a Leyla Guven, Nasir Yagiz û berxwedêrên grevên birçîbûnê. Îke diyar kir ku rewşa Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî giran e.
BANG LI GEL Û SIYASETMEDARAN HATE KIRIN
Gulistan Îke anî ziman ku Koç li nexweşxaneyeke ya bi navê Hopîtal Cîvîl a Strasboûrgê di beşa lezgîn de tê kontrolkirin, agahî da ku Koç her cûre derman û tedawî red kiriye.
Îke da xuyakirin ku her roja diçe bandora berxwedana greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan li cîhanê belav dibe û bal kişand ser hewldanên siyasetmedarên Kurd, şoreşger û gel. Îke îşaret bi gavên bi hêz ên siyasî û dîplomasî kir ku wê xebatên siyasî û dîplomatîk bi xwe re bîne, da nîşandan ku van xebatên dom dikin dibînin.
Îke got: “Dîsa di vî warî de gelê me di nava hewldanên cidî de ne.”
HEWLDANÊN JI BO CPT Û SAZIYÊN DIDOMIN
Gulistan Îke qala rewşa tenduristiya Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç kir û got; “Em çalakgerên grevên birçîbûnê bi biryardariya dayîna bedelan em ketin vê rê. Em bedeglên giran jî bidin bibawerin ku em ê serbikevin.”
Îke diyar kir ku bi berxwedanên greva birçîbûnê re gelê Kurd divê hewldanên xwe zêdetir bike û serî de CPT û saziyên bepirsyar ji bo ku hikûmeta Tirk tengav bikin ne di nava hewldanên têrker de ne.
‘EM AMADEN E KU HER CÛREYÊ BEDALAN BIDIN’
Îke diyar kir ku rojên pêşiya wan de wê rewşa tenduristiyê ya çalakgeran girantir bibe û bibîrxist ku rewşa Leyla Guven, li Hewlêrê Nasir Yagiz ketiye pêvajoyekî kiritîk de. Îke got; “Em amadene ku her cureyê bedalan bidin.”
‘JI BO ENCAM GIRTINÊ DIVÊ XWEDÎDERKETINEKÎ TOPYEKÛN A BERXWEDANÊ HEBE’
Îke herî dawî got; “Ji bo gihiştina encamê dayîna bedelên giran, ji bo şikandina tecrîdê û hevdîtina bi Abdullah Ocalan re divê hewldanên Kurdên li Ewropa û hevgirtiyên KCDK-E zêdetir bibin. Divê hemû der veguherîn herêma çalakiyê.”