Welatiyên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) 26’ê Gulanê roja yekşemê ji bo hilbijatina Parlemntoya Ewropayê (PE) diçin ser sindoqan. Li gorî anketeke li Elmanyayê hatî çêkirin, partiyên desthilatdariyê Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU) û Partiya Demokratên Sosyal (SPD) wê dîsa weke hilbijartina ku Îlona 2017’an pêk hatî, dîsa rêjeya dengên xwe kêm bikin.
Li gorî encamên anketa ku ji hêla şirketa Insa ve ji bo rojnameya Bild çêkirî, herî zêde SPD dengên xwe winda dike. Li gorî hilbijartinên 2014’an ên PE’yê wê 12 ji sedî rêjeya dengê wê bikeve. Li gorî anketê SPD’ê tenê 15 ji sedî dengê beşdarvanên anketan girtine. Dîsa pariya serokwezîr Angela Merkel CDU û partiya nêzî wê CSU jî 5 ji sedî dengan winda kirine, 30 ji sedî deng girtine.
Li gorî anketê partiya rêjeyên dengê xwe zêde dike Partiya Keskan e. Li gorî pêşdîtinan partiya Keskan wê dengê xwe yê 6 ji sedî derxe 17 ji sedî.