Li Kamaraya Lordan wê konferansa 'Ocalan' were lidarxistin

Li Kamaraya Lordan a Ingilistanê wê konferansek were lidarxistin û li ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were axaftin.

Kamaraya Lordan, ku qanadê bilind ê Parlamentoya Kraltiya Yekbûyî ye, wê malxweyîtiyê li konferansekê bike ku di konferansê wê ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were guftûgokirin. Konferans di salvegera 20'an a Komploya Navdewletî de bi navê, ''Çareseriya Krîza Rojhilata Navîn: Ramanên Abdullah Ocalan'' were kirin.

Konferans ji hêla wan sendîkayan ve tê rêveberin ku 'Kampanyaya Ji Ocalan re Azadî'' organîze dikin û bi milyonan endamên van sendîkayan hene.

WÊ RAMANÊN OCALAN ÊN BI NAVENDA ÇARESERIYÊ WERE AXAFTIN

Di daxuyaniyê de ku komîteya amadekar daye, hate gotin, krîza Rojhilata Navîn, pirsa Kurd û di çareseriya van pirsan de ramanên Ocalan û rola wî, ji hêla akademîsyenên ku serdestî mijarê ne, wê were guftûgokirin.

Di konferansê de wê konfederalîzma demokratîk, krîza netewdewletî ya Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê, dijberiya dewletaTirkiyê ya li Kurdan a li Tirkiyê û Sûriyê û pergala êşkenceyê ya Imraliyê were axaftin.

Di konferansê de wê polîtîkayan, akademîsyen, parlamenter û hiqûqnasên ji welatên cuda biaxivin.

15'Ê SIBATÊ

Konferans ku wê bi malxweyîtiya endamê Kamaraya Lordan û akademîsyen Lord Maûrîce Glasman were kirin, 15'ê Sibatê Înê, sibeha saet 09.00'an wê dest pê bike û êvarî saet 17.00'an wê biqede.