EWROPA
Hemû Nûçe
-
Pascale Martîn a Femînîst: Em li pişt Leyla Guven in
Seroka Les Femmes Solîdaîre Dordogne Pascale Martîn got ew heyrana berxwedana Kurdan e û domand, ''Em destekê didine greva birçîbûnê ya Leyla Guven. Em dizanin êdî hatiye rojên taloke.'' -
Li Munchenê standa ji bo piştevaniya Leyla Guven
Ji bo Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, li Munchenê standa piştgiriyê hate danîn. -
Têkoşîn berdêlan dixwaze
Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç: Hêza li pêşberî me komkujer e. Pergala xwe wiha daniye. Ji bo vê jî têkoşîn berdêlê dixwaze û her kes berdêlê dide. Du rê li ber me hene. An em ê serê xwe bitewînin an jî berdêlê bidin. -
Li 3 navendan çalakî: Daxwazên Guven daxwazên me ne!
Li paytexta Îtalya Roma, bajarê Dûîsbûrg ê Elmanya û paytexta Yewnanistan Atînayê ji bo di serî de balê bikişînin ser berxwedana Leyla Guven û hemû berxwedêrên grevên birçîbûnê çalakî hatin kirin. -
Konca: Daxwazên Guven mirovî ne, divê bên bicihanîn
HDP’iyan li Konseya Ewropayê bal kişand ser grevên çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hate destpêkirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê. -
Greva Strasboûrg di roja 37’an de ye: Serdanên ji bo grevê didomin
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li bajarê Strasboûrgê di roja 37’an de dewam dike. Serdanên ji bo grevê jî her diçe dewam dike. -
Li Berlînê ji bo Leyla Guven çalakî hate lidarxistin
Li paytexta Elmanya Berlînê ji bo piştgirîdayîna Leyla Guven çalakiyek hate lidarxistin. -
Akademîsyenên Aştiyê li Strasboûrgê ne: Em destekê didin aştiyê
Akademîsyenên Aştiyê ku 2016'an bi danezanekê bi zimanekî teqez diyar kirin ku ew polîtîyên şer ên AKP'ê re dikin, serdane greva birçîbûnê ya Strasboûrgê ya Fransayê kirin. -
Partî û rêxistinên civaka sivîl ên Swêdê destek dane Guven
Rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Swêdê diyar kirin ku ew destekê didine Leyla Guven û berxwedêrên din ên greva birçîbûnê ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, ketine greva birçîbûnê. -
Temellî li Strasboûrgê ye: Divê CPT û KE tevbigere
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî serdana greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê kir û got li dijî polîtîkayên şer giring e ku tecrîd bidawî bibe û rê li aştiyê were vekirin. -
Li Sydneyê bang li CPT'yê hate kirin
Li Sydneyê ya Avûstûralyayê Kurdistanî û dostên wan tecrîd şermezar kirin û grevên birçîbûnê slav kirin. Di çalakiyê de bang li CPT'yê hate kirin. -
Parlamentera Keskan a Swêdê: Bila daxwaza Guven bê qebûlkirin
Parlamentera Keskan a Swêdê ya li Parlamenta Ewropayê Bodîl Ceballos xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. -
Ji bo Ocalan name ji Wezîrê Karên Derve yê Brîtanyayê re şand
Li Gallerê çalakiya greva birçîbûnê ya Îmam Şîş di roja 37’an de ye. Parlementera Gallerê Lîz Sabîlle Roberts nameyek ji Wezîrê Karê Derve re şand û ji bo hewldana li hemberî tecrîdê bang kir. -
HDP'yiyan bang li Konseya Ewropa û CPT kirin: Bi erka xwe rabin
Wekîl, hevşaredar û rêveberên HDP'ê yên li ber Konseya Ewropayê li hev civiyan bang li CPT û Konseya Ewropayê kirin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê û pêkhatina azadiya Leyla Guven bikevin dewrê. -
Wekîl û şaredaran li ber Konseya Ewropayê dest bi çalakiyê kirin
Bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDP'yî bi şiyara "Bila tecrîd bi dawî bibe û Guven azad bibe", li ber Konseya Ewropayê çalakiyekê pêk tînin. -
Fransa û Elmanyayê mohra xwe danîn binê peymaneke nû
Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel û Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, ji bo xurtkirina têkiliyên navbera her du welatan mohra xwe danîn binê peymaneke nû. -
Parlamenteran li Konseya Ewropayê destek dan Leyla Guven
Gelek parlamenterên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê çalakî lidar xistin û destek dan Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. -
Li MPKE'yê civîn û konferansa li ser grevên birçîbûnê
Buroya Bicihanînê ya MPKE'yê ji bo zext û zordariya li Tirkiyeyê li mûxalefeta sivîl tê kirin binirxîne, wê bi rengekî lezgîn bicive." -
PVDA'yê serdana çalakgerên grevê yên li Den Haagê kir
Serdanên ji bo Kurdistaniyên ku çend roj berê tevlî greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê bûn, didomin. -
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 37'an de ye
Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 37'an de ye. Doh gelek kesan serdana çalakgeran kirin. -
Kurdistaniyê bi navê Mûstafa Tûzak jî dest bi grevê kir
Li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê, Kurdistaniyê bi navê Mûstafa Tûzak dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kir. -
Ji bo piştgiriya bi Can TV’yê re şeveke şahiyê hate lidarxistin
Li bajarê Basel ê Swîsreyê ji bo piştgiriya bi Can TV’yê re şeveke şahiyê hate lidarxistin. Temellî di şevê de axivî got: “Eger em şatî, demokrasî, jiyanê dixwazin divê em hemû hevrêyên xwe yên li nava berxwedanê bi hev re silav bikin.” -
Li Dortmûnd, Dusseldorf û Montpellîerê çalakî hatin lidarxistin
Çalakiyên li Ewropa yên ji bo balkişandina li ser berxwedana Leyla Guven ku ev 75 roj e li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye, didomin. -
Li 4 bajarên Swêdê ciwanên Kurd li dijî tecrîdê daketin qadan
Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li 4 navendên Swêdê ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidarxistin. -
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Varas piştgirî da Guvenê
Parlamtera Partiya Çep a Swêdê Lorena Delgado Varas bi dîmenekê piştgirî da Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ku ev 75 roj e li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye.