Gerîla Rîemer wê li Hambûrgê were bîranîn

Gerîlayê HPG'ê yê Elman Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) ku çend meh berê şehîd bû, li bajarê xwe li Hambûrgê roja 3'ê Sibatê wê bi du çalakiyan were bîranîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê berî çend rojan bi daxuyaniyekê ragihandibû ku gerîlayê wan ê Elman Jakob Rîemer (Şiyar Gabar) 9'ê Tîrmeha 2018'an li herêma Çarçella ya navçeya Geverê ya Colemêrgê di şerê dijî artêşa Tirk de şehîd bûye.

Ji bo Rîemer ku sala 1994'an li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê ji dayik bû, wê li bajarê wî çalakiyên bîranînê bên lidarxistin. Roja 3'ê Sibatê wê ji bo Rîemer meşeke bîranînê bê lidarxistin. Meş wê saet 12'an ji stasyona trenê ya Hambûrg-Altonayê dest pê bike.

Çalakiya duyemîn jî wê piştî meşê saet 14:00 li navnîşana "Heiligengeistfeld 1, 20359 Hamburg" li muzeya St. Paûlî pêk were. Tê payin ku malbat û hevalên Rîemer tevlî her du çalakiyên bîranînê bibin.

Jakob Rîemer sala 2013'an berê xwe dabû Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bûbû.