Çalakiyên li Ewropayê didomin
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û pişgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên bi heman armancê, çalakiyên li Ewropayê didomin.
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û pişgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên bi heman armancê, çalakiyên li Ewropayê didomin.
Ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan û pişgiriya ji bo grevên birçîbûnê yên bi heman armancê, çalakiyên li Ewropayê didomin.
GRAZ: Kurdistaniyên li bajarê Graz ê Awûstûryayê, ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê tevî dostên xwe daketin qadan. Girseya gel li Grîesplatzê li hev civiya û ber bi Haûptplatzê ve meşiya. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dirûşmên "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst Erdogan", "Berxwedan jiyan e" hatin qîrîn. Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Halîs Sever li qada çalakiyê axivî û diyar kir, têkoşîna gelê Kurd li her cihî berfireh dibe. Di çalakiyê de êrîşa dewleta Tirk a li dijî gelê Şêladizê jî hate şermezarkirin û berxwedana gel hate silavkirin.
LÎVORNO: Kurdistaniyên li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê ji bo balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê tevî dostên xwe li Vîa Cavoûrê li hev civiyan. Nûnerê antî-faşîst çep Antonîo Stetantîl, Alberto Marî, Dîego Chart û bi navê Komîteya Kurd Erdal Karabey li çalakiyê axivîn. Qisekeran diyar kirin, tecrîdkirina Ocalan sûcekî li dijî mirovahiyê ye û xwestin, hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike.
HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê, li ber Parlamenta eyaletê mîtîngek hate lidarxistin û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Hevberdevka Meclîsa Jinan a Rojbîn Leyla Kaya diyar kir, daxwazên Leyla Guven daxwazên gelê Kurd e. Kaya got, heta ku tecrîdkirina Ocalan bidome ew ê li qadan bin.
DUSSELDORF: Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, bi çalakiyekê destek ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate dayin. Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakî li dar xist û bi daxuyaniyekê xwedî li daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê derket. Di daxuyaniyê de hate gotin, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê çalakiyan li dar bixin.
BORDEAÛX: Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Bordeaûx ê Fransayê li gara trenê ya Saînt-Jeanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de belavok hate xwendin û zimanê Fransî dirûşma "Azadî ji Ocalan re" hate qîrîn.