Roja 43’an a greva li Strasboûrgê: Rewşa çalakgeran giran e

Dr. Fahrettîn Gulşen ku cara 5’an rewşa çalakgerên grevê kontrol kir got; “Nîşaneyên ku beriya niha me ji raya giştî re parve kirî hebûn, her ku diçe ev nîşan girantir dibin.”

Dr. Gulşen piştî ku kontrola giştî kir daxuyanî da û got; “Mînak ‘Tînnîtûs’ ku çingîniya guh em jê re dibêjin gelek giran bûye. Di kontrola beriya niha de li gel 5-6 kesan ev hatibû testpîtkirin lê niha ligel hemû çalakgeran çêbûye. Di kontrola beriya niha de dilavêtin niha hema bêje li gel hemû çalekgeran heye.”

NABIZ, LERIZÎN Û PIRSGIRÊKÊN XEWÊ

Dr. Fahrettîn Gulşen diyar kir ku semptomên nabiza kêm-bilind û tansiyona kêm-bilind li gel hemû çalakgeran heye û got; “Ev rewş dibe sedem ku li gel çalakgeran serêş, bêhalî û xew nekirin çêbibe. Hinek çalakger rojê seatek 2 saetan radizên. Roja van hevalan a bê xewê dibe sedem ku roja wan gelek zehmet û bê hal derbas bibe.”

ÇALAKGERAN MUDAXALEYA BIJÎŞKÎ QEBÛL NAKIN

Dr . Gulşen wiha domand; “Ji bo çalakgerên greva birçîbûnê ev semptonên cidî ne. Ji bo ku semptomên mijara gotinê derbas bibin divê mudaxeleya bijîşkî were kirin lê çalakger vêya qebûl nakin. Dema şev çalakger radizên lerizîn, jibîrkirin ligel çalakgeran heye. Ev rewşên ku di roja 43’an a çalakiyê de me tespît kirî semptomên zû ne. Rewşa çalakgeran a tenduristiyê giran dibe.”

ÎLTIHABA PIŞIKÊ METIRSÎDAR E

Dr. Gulşen diyar kir ku li gel hinek çalakgeran ji ber enfeksiyona grîbal îltihab çêbûye û ji ber ku çalakger tedawiyê qebûl nakin hişyariya mirinê jî da û got; “Ji ber ku çalakger tedawiyê qebûl nakin ev îltihaba ku heyî belavî pişikê dibe. Rewşa ku herî zêde me ditirsîne jî ev e. Ji bo vê rewşê bi çalakgeran re em axivîn lê bersiva neyînî dan. Ger îltihab belavî pişikê bibe wê ligel pirsgirêkên tenduristî pirsgirêkên jiyanî jî li gel xwe bîne. Dibe ku di rewşekî wiha de mirîn jî çêbibe.”

KÊMBÛNA PROTEÎNAN DIBE SEDEMÊ BÊHALÎ Û WESTANÊ

Dr. Fahrettîn Gulşen qala kêmkirinên kîloyên çalakgeran kir û got; “Sedemê kîloyan windakirina proteînan a di kasên çalakgeran de ye. Ji ber windakirina proteînan jî bêhalî û westan di çalakgeran de çêdibe. Semptonên ku xwe di çalakgeran de dide nîşandan, pirsgirêkên cidî ne. Em bang li saziyên tenduristiyê yên navnetewî dikin ku di cih de temaşeyî rewşa çalakgerên greva birçîbûnê bikin.”