PÎK: Rêya aşitiyê ne tecrîd e, muzakereya bi Ocalan re ye

Serokê PÎK (Partiya Îslamî ya Kurdistanê) Hîkmet Serbilind piştgirî da çalakgerên greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê û peyam da Tirkiyê û dewletên Ewropa û got; “Rêya aşitiyê muzakereyên bi Ocalan re ye.”

Greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Strasboûrgê di roja 42’an de ye. Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind serdana çalakgerên grevê kir û got; “Ji go gelê Kurd tu rêyek din nehiştin û ji bo wê grevên birçîbûnê hate destpê kirin.”

Serokê PÎK’ê Hîkmet Serbilind diyar kir ku bedela ji aliyê çalakgerên greva birçîbûnê ve tê dayîn ji aliyê her kesê ve nikare were dayîn û got; “Weke partî qîmetê didin her kesê ku ji bo doza Kurd kar dike û bedel didin. Yê ku kesekê dikuje û yan dibe sedema mirina kesekê heman demê de hemû mirovahiyê dikuje. Bi deh mîlyonan welatiyên Kurd dibin esaretê de dijîn û gelê Kurd bedelên giran dane û heta roja îro hatine.”

‘GER AŞITÎ Û ÇARESERIYÊ DIXWAZIN RÊYA VÊ JÎ LI ÎMRALÎ YE’

Serbilind diyar kir ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd tu rêyek din nehiştiye, divê diyalog bi Ocalan re were kirin û got; “Eger aşitî û çareseriyê dixwazin rêya vê jî li Îmralî ye. Rêzdar Ocalan lîderê vê tevgerê ye û aşitî tenê bi wî dibe.”

JI BO WELATÊN EWROPA BANG

Serokê PÎK’ê Serbilnd got; “Eger aşitî pêk neyê 100 sal jî derbas bibin wê gelê Kurd ji bo mafê xwe dev ji têkoşînê bernedin. Astengkirina diyalogan a bi Ocalan re zilm e.” Serbilind bang li welatên Ewropa û cîhanê kir û got; “Welatên Ewropa bi saya têkoşîna Kurdan a li dijî DAÎŞ û çeteyên din di nava ewlehiyê de ne. Divê bizanin ku eger li Rojhilata Navîn aşitiyê dixwazin ev jî bi Rêber Abdullah Ocalan wê pêk were.”

Çalakger Yuksel Koç jî spasiya Serokê PÎK’ê kir û got; “Têkoşîn ji bo her çar parçeyên Kursitanê ye û piştgirîdayîna hemû partiyan gelek girîng e. Gelê Kurd di sed salên derbasbûyî û de û di 40 salên dawî de bedelên giran daye û îro jî wê ji fedekariyê ne revin. Ji bo aşityê divê dawî li tecrîdê were.”