Li 7 welatan ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê çalakî hatin lidarxistin

Bi armanca bal kişandina li ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li 5 welatên Ewropa çalakî hate lidarixsitn.

Li Îtalya, Belçîka, Fransa, Avûstûrya, Hollanda, Danîmarka û Norweçê Kuridstanî û dostên wan daketin qadan û bal kişandin li ser berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê.

ROMA

Li paytexta Îtalya Roma yê ji bo piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo protesto kirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxisitn.

Bi sedan Kurdistanî û Îtalî beşdarî çalakiyê bûn û dirûşmeyên protesto kirina tecrîda Îmralî hate berz kirin.

Çalakî li Qaqa Popolo hate liarxistin, tecrîd hate protesto kirin û bal hate kişandin li ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindana” , “Kujer Erdogan” , “Terorîst Tirkiye” û “Kurdistan wê bibe gora faşîzmê” hate berz kirin.

BRUKSEL

Di çalakiya li Brukselê de jî gelê Kurd û dostê wan daxwaz kirin ku daxwaza Leyla Guven û çalakgerên greva birçÎbûne ya “Bila tecrîda Îmralî bi dawî bibe” were qebûl kirin.

Li ser banga KCDK-E û TJK-E li paytexta Belçîka Brukselê li Place De La Monnaîe çalakî hate kirin. Girseya gel pankarta “Daxwazên Leyla Guven, daxwazên me ne” û wêneyên Leyla Guven û Ocalan rakirin.

Endamên Malên Gel ên Belçîka û SKB bi pankart û alan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmeya “Dîktator Erdogan” hate berz kirin û politîkayên êrîşker yên dîktatoriya Erdogan ên li dijî gel hate protesto kriin.

Di çalakiyê de bêdengiya saziyên Ewropa û Yekîtiya Ewropa ya lidijî çalakiyên grevên birçîbûnê jî hate protesto kirin.

LORÎENT

Li bajarê Fransa Lorîentê tecrîd hate protesto kirin û berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û bi zimanê Fransî axaftin hate kirin. Di axaftinan de nêzikatiya çapemeniya Fransî ya li dijî çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê jî hate rexne kirin.

KOPENHAG

Li paytexta Danîmarka Kopengahê jî Kurdistanî û dostên wan çalakî lidarxist. Çalakiya protestoyê li pêşiya saziya Televîzyon û Radyoyê ya Danîmarkayê (DR) hate lidarxistin.

Kuridstanî û dostên wan li navenda bajarê Kopengahê li hev kombûn û meşek lidarxist.

Girseya gel li pêşiya saziya Televîzyon û Radyoyê ya Danîmarkayê bêhestiyariya li dijî grevên birçîbûnê, binpêkirinên mafan û bêhiqûqiya li Tirkiyeyê hate rexne kirin.

Dosyeya têkildarî rewşa Leyla Guven, girtiyan û daxwazên wan radestî DR hate kirin.

Di çalakiYê de aktivîst Vîllo Sîgûrdsen, ji Partiya Enhedslîsten Îbrahîm Benlî û rêveberê malpera lêgerîna Bakurê Sûriye û dekanê berê yê zanîngeha RUC Prof. Dr. Jesper brandt axivîn. Di axaftinan de hate gotin divê tecrîd bidawî bibe, Tirkiye dawî li politîkayên zextê yên li dijî gelê Kurd û daxwazên Leyla Guven demildest were pêkanîn.

STAVANGER

Li bajarê Norweç Stavanger çalakiyek hate lidarxisitn. Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî çalakiYê bû û belavok hatin belavkirin.

Çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî berxwedan’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hate berz kirin.

AMSTERDAM

Li bajarê Hollanda Amsterdamê ji bo balkişandina li ser berxwedana grevên birçîbûnê meşek hate lidarxistin.

Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici yên ku li bajarê Hollanda Den Haagê ev 8 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye beşdarî meşê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmeya “Ji Ocalan re azadî” hate berz kirin û belavok hatin belavkirin. Piştî meşê li Mûseîmpleîn mîtîngek hate hate lidarxistin.

VIYANA

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê jî bi meş û mîtîngê tecrîd hate protesto kirin û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê hate silav kirin.

Gelek Kurdistanî, rêxistinên çepgir, komên anarşîst û yekîtya hêza demokratîk beşdarî meşê bûn. Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir û bi axaftinan dom kir.

Di axaftinan de berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven hatibûn destpê kirin hate silav kirin.

Piştî axaftinan girseya gel ber b Westbahnofê meişya. Di çalakiyê de belavok hatin belav kirin û dirûşmeyên “tecrîdê bişkênin, faşîzmê hilweşînin”, “Leyla Guven ne bi tenê ye” û “Ji girtiyên siyasî re azadî” hate berz kirin.

Piştî çalakiyê li NCDK’ê (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd) civîna gel hate lidarxistin.