Li Hollanda û Avûstûrya li dijî dagirkeriya Efrînê çalakî hate lidarxistin

Li pêşiya fabrîqeya herî mezin a hilberîna çekan a Elmanya Rehînmetall ên li Hollanda û Avûstûryayê çalakiyên protestoyê hate lidarxistin.

Şîrketa hilberîna çekan Rehînmetall a Elmanyayê bi pejirandina hikûmeta Federal a Elman bi rejîma Erdogan re hevpar karê çêkirina tankan kiribûn. Erdogan li qesra xwe rêveberên Rehînmetallê pêşwazî kir, beriya dagirkeriya Efrînê tankên artêşa Tirk jî modernîze kiribû.

Li aliyê din tankên Leopard 2 yê heman şîrketê li Efrînê qanûnên navnetewî binpê kiribû û gelek sûc kiribû. Li Ewropa nerazîbûnên li dijî Rehînmetall ku ‘biratiya çekan’ bi welatên pirsgirêk ên weke Cezayîr, Ûmman, ErebÎstana Siûdî û Tirkiyeyê re ev 10 sale dike, zêde dibe. Di demên dawî de li Elmanya li pêşiya fabrîqeyê çalakiyên protestoyê hatibû lidarxisitn û ev çalakî belavî Hollanda û Avûstûryayê jî bûn.

Li bajarê Hollanda Ûnterlûbê rêya ku diçû fabrîqeya Rehînmetall ji aliyê komeke aktivîst ve hate girtin. Çalakî ji ber salvegera êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê pêk hat û hilberina çekan a ji bo dewleta Tirk hate protesto kirin. Aktivîstan ev bang kirin; “Li cîhanê ji bo pêşî li mirînan were girtin divê dawî li hilberîna çekan were.”

‘ÇEND SAETAN JÎ BE ME HILBERÎNA ÇEKAN TALOQ KIR’

Ji ber girtina rê karkerên vardiyeya sibê dereng çûn ser kar û aktivîstan gotin; “Bi vê çalakiya bêîteatiya sivîl re çend saetan jî be me hilberîna çekan rawestand.”

Li bajarê Avûstûrya Vehîcle bi heman awayî li pêşiya fabrîqeya Rehînmetall çalakiya bêîteatiya sivÎl ahte lidarxisitn. Çalakî ji aliyê komeke çepgir ên Avûstûryayî ve pêk hat û ji bo piştevaniya bi Rojva û têkoşîna gelê Kurd re pankart hate vekirin. Li ser ser pankartê nivîsa “Piştevaniya bi Rojava re-Bijî berxwedan” balkişand û çalakgeran ragihandin ku divê serî de ji bo Tirkiyeyê û tu welatan hilberjîna çekan neyê kirin.