ROJANE
Hemû Nûçe
-
Rojnamevan Halîs Taşgîr jiyana xwe ji dest da
Rojnamevan Halîs Taşgîr ê ku demek dirêj bû li Edenê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Taşgîr li Seyhanê hat veşartin. -
Êrişên li ser HDP’ê hate protestokirin
Li gelek bajaran êrişên li ser HDP’ê hatin protestokirin û hate diyarkirin wê xwedî li HDP’ê derkevin. -
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan serlêdan hate kirin
Ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan malbat û vasîsê wî serlêdan kirin. -
Malbata Yilmaz ê hatî qetilkirin li ber girtîgehê çalakî pêk anîn
Malbata girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz ê li Sîlîvriyê bi îşkenceya gardiyanan hat qetilkirin, li ber girtîgehê çalakiyek li dar xist. -
HDK: Di esasê de em ê bizmarê li tabûta faşîzmê bixînin
HDK’ê êrişa li ser HDP’ê şermezar kir û got, “Eger li vî welatî bizmarek wê li tabûta faşîzmê were lêxistin, em ê vî tiştî bikin.” -
Milîsên HBDH'ê li dijî midûriyet û qereqola polîsan çalakî kirin
Li Amedê HBDH'ê li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û qereqolê çalakiyek li dar xist û got, "Em ê rehetiyê nedin dagirkeran." -
6 partiyan helwest nîşan dan: Em ê HDP'ê biparêzin
6 partiyên siyasî bal kişandin ser êrişa li ser HDP'ê û got, "Bila gumana kesî nebe, em ê bi hemû hêza xwe HDP'ê biparêzin." Partiyan ji bo HDP'ê banga piştevaniyê kirin. -
Başaran: Wê polîtîkaya şer jî desthilatdariyê rizgar neke
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got “Wê şerxwazî û operasyon nikaribe desthilatdariyê rizgar bike. Desthilatdarî çavkaniyên gel dide şer.” -
Rewşa girtî guler ê 82 salî giran dibe
Rewşa tenduristiyê ya Siddik Guler ê 82 salî, ku girtî ye, giran dibe. Guler bi zorê hate hevdîtinê. -
HBDH: Em ê li ser rêya Denîzan azadî û sosyalîzmê ava bikin
HBDH’ê Denîz Gezmîş û hevalên wî bi bîr anî û got “Ji xeynî şer û şoreşa yekgirtî tu rêyeke din tune.” -
Fuzeyên li Zapê têne barandin ên Elmanyayê ne
Dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê de ya li ser Zapê, bi giranî fuzeya MAM-L ji balafirên bêmirov diavêje ku ev bombe li cîhanê weke 'fuzeya kujer' tê pênasekirin. Teknolojî û lîsansa vê fuzeyê jî Elmanya ye. -
ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parêzerê ku polîsan êşkence lê kirî, şandin nexweşxaneyê
Polîsên ku dorpêça xwe ya li ber Navenda Giştî ya HDP’ê didomîne, li ber avahiya partiyê êşkence li parêzer Yunus Emre Şahan kir. Bi gumana ku travmaya mejî pêre çêbûye parêzer sewqî nexweşxaneyê hat kirin. -
HDP: Em li hemberî faşîzmê stûyê xwe natewînin
Rêxistina HDP‘a Stenbolê êrîşa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê û heqaretên û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê şermezar kirin. -
Daxuyaniya 6 partiyan: HDP ne bi tenê ye
6 partiyên siyasî li dijî provokasyona li hemberî HDP'ê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, “Divê demildest dorpêça polîsan bê rakirin. Di derbarê kesê ku gef li Ayşe Acar Başaran xwariye de lêpirsîn û darizandin bê destpêkirin.” -
Jinan bertek nîşanê gefên polîsan da: Ji we zêde ye!
Jinan bi tundî bertek nîşanê gefa polîsan a ‘’ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim’’ li wekîla HDP’ê Ayşe Acar Başaranê xwar, dan û gotin: “Ji we zêde ye.“ -
Koma Êzidiyan: Em hemû peymanên bê Êzidiyan hatin kirin red dikin
Koma Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê ragihand ku ew hemû peymanên ku bêyî beşdariya Êzidiyan hatine kirin red dikin û gotin: "Divê hêzeke hevpar a Êzidiyan bê avakirin." -
Provokasyona li pêş HDP’ê didome: HDP’yî hatin destgîrkirin
Polîsan dora navenda giştî ya HDP’ê girtin û gelek dest destgîr kirin. -
Gunay: Polîsê ku gef xwariye divê were girtin
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay nerazîbûnenek tund nîşanî provokasyona li pêşiya navendî ya giştî ya HDP’ê da û got “Ev polîsê ku gef xwariye divê ji peywirê were stendin û piştre were girtin.” -
Milîsên HBDH’ê li dijî BÎM û ÎSMEK’ê çalakî li dar xistin
Milîsên HBDH’ê li dijî BÎM û ÎSMEK’ê çalakî li dar xistin û karkerên berxwedêr silav kirin. -
Polîsên Tirk dor li Navenda Giştî ya HDP'ê girtin
Ji ber komek ku li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê hate civandin, polîsan dor li avahiyê girtin. Amîrê polîsan gef li Ayşe Acar Başaran a HDP'î xwar û jê re got, "Ez ê te li bin guhê dîwêr bixwim." -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Qurbaniyên Terteleya Dersimê hatin bibîranîn
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û wekîlên pê re li Dersimê di saet 19.38’an de qurbaniyên Terteleya Dersimê bi bîr anîn. Saziyên Elewiyan ên Stenbol û Îzmîrê hişmendiya komkujîker şermezar kirin. -
Sedir wê piştgirî bide parlementerên serbixwe hikumetê ava bikin
Rêberê Tevger Sedir Muqteda Sedir ji bo di nava 15 rojan de hikûmetek nû ya Iraqê bê avakirin, bang li parlementerên serbixwe kir û got: “Em jî amade ne ku li gel hevpeymana xwe, deng bidin.