Artêşa Tirk a dagirker ku ji 17'ê Nîsana 2022'an ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, ji bo berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê bişikîne hêzên hewayî gelekî bi kar tîne. Artêşa Tirk ku ji bejahî ve nikare bi pêş ve biçe, giraniyê dide ser bikaranîna Balafirên Bêmirov ên Biçek, ku amûreke şer e.
Wezareta Parastina Milî ya dewleta Tirk beriya çend rojan dîmenê êrişeke li ser Zapê weşand, ku bi wan balafirên bê mirov hate kirin û ragihand ku di êrişê de fuzeyên bi navê MAM-L hatine bikaranîn.
Di malpera înternetê ya bi navê "pîşesaziya parastinê" de ku nûçeyên li ser artêşa Tirk çêdike, gelekî pesnê van fuzeyan hate dayin. Gelo ev cûreyê fuzeyan bi çi rengî kete destê dewleta Tirk?
BERHEMA HEVKARIYA QIRÊJ
Fuzeyên navborî weke belgeya eşkere ya hevkariya qirêj a navbera Elmanya û dewleta Tirk e. Her çend artêşa Tirk îdîa bike ku MAM-L ji aliyê şîrketa wan a Roketsanê ve têçê kirin jî bi destûra dewleta Elman ji aliyê fîrma çekan a Elman TDW ve ji bo balafirên bêmirov ên Bayraktar ên şîrketa malbata Erdogan bi taybetî hatiye çêkirin.
Ev fuzeyên ku giraniya xwe 22 kîlogram e, ji bilî Kurdistanê li Lîbya, Yemen, Ermenistan û herî dawî ji meha Çileyê û vir ve li Etiyopyayê bûn sedema mirina bi dehan sivîlan, lewma weke 'fuzeyên kujer' têne binavkirin. Fîrmaya ku van fuzeyan çêdike û mafê lîsansê daye Roketsanê jî fîrma çekan a Elman TDW ye.
Fîrma TDW a Elman baskekî şîrketa MBDA ye ku şirîkên xwe yên Fransa û Îtalyayê heye û sîstema fuzeyan çêdike. TDW ji sala 2010'an û vir ve di mijara fuzeyan de hevkariyê bi dewleta Tirk re dike.
LÎSANS Û TEKNOLOJÎ JI ELMANYAYÊ
Ji bo fuzeyên LRAT û MRAT jî ku ji sala 2018'an ve di destê artêşa Tirk de ne, TDW 'serikê şer' difiroşe. TDW'ê piştre ev fuze ji nû ve amade kir û kir ku li balafirên bêmirov jî bê bicihkirin. Hikumeta Merkel a wê demê, di sala 2020'î de bersiv da pêşnûme pirsên Partiya Çep û Partiya Keskan û qebûl kir ku 'serikên şer' hatine firotin û di sala 2018'an de TDW'ê di berdêla 290 hezar Euroyî mafê lîsansê daye Roketsanê ku karibin van fuzeyan çêbike.
Piştî ku havîna 2020'î balafirên bêmirov ên biçek ên Tirkiyeyê li Rojava û Başûrê Kurdistanê gelek sivîl qetil kirin, bernameya 'Monîtor' a qenala ARD'ê para teknolojiya Elman a di van makîneyên mirinê de lêkolîn kir û bal kişand ser wê yekê ku lîsansa navborî tekonolojiya fuzeyên MAM-L jî di nava xwe de vedihewîne. Ev fuzeyên ku ê gotin, di navbera Elmanya-Tirkiyeyê de bi rêbaza 'Know how- transfer' (transfera agahiyan) têne çêkirin, li gorî lîsansê nabe ku ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve ji welatekî cuda re bê firotin.
Lê belê fuzeyên MAM-L tevî balafirên bêmirov ên biçek ên şîrketa malbata Erdogan Bayraktar salên dawî ji Pakistan, Tûnis, Erebistana Siûdî, Îmarat, Azerbaycan, Malezya, Katar û Tirkmenistanê hatin firotin. Ne dewleta Elman ne jî fîrmaya TDW li ber vê firotinê ranebûn. Pisporên dijberê biçekbûnê û rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin, dibe ku Elmanya di her firotineke neqanûnî de parekê ji Tirkiyeyê werdigire.
'LI SER FUZEYAN KODA NATO'YÊ HEYE'
Sala 2020'î di şerê navbera Ermenistan û Azerbaycanê de balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk gelekî ketibûn rojevê.
Piştî şer di Gulana par de malpera înternetê ya li Ermenistanê tê weşandin Hetq parçeyên balafireke bêmirov a biçek a hate xistin û fuzeya MAM-L a neteqiyayî bi wêneyan li gel agahiyan weşand.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê malperê ve hatin parvekirin, ji bilî fîrma TDW a Elman her wiha şîrketa Aerospatîale ASB a Fransayê jî di hilberandina MAM-L de para xwe heye. Hate ragihandin ku batariyên li ser fuzeyên MAM-L ji aliyê Fransayê ve hatine çêkirin û koda NATO'yê li ser e.