Gunay: Polîsê ku gef xwariye divê were girtin

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay nerazîbûnenek tund nîşanî provokasyona li pêşiya navendî ya giştî ya HDP’ê da û got “Ev polîsê ku gef xwariye divê ji peywirê were stendin û piştre were girtin.”

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay derbarê provokasyona li pêşberî avahiya navendî ya HDP’ê daxuyanî da çapemeniyê. Desteya Rêveber a Navendî, Meclîsa Partiyê, endamên Meclîsa Jinan, parlementer û nûnerên partiyên pêkhate tevlî daxuyaniyê bûn.

Gunay di daxuyaniyê de ev tişt got “Îro dîsa li hemberî partiya me provokasyonek kirin. A rast ji zû ve ye li hemberî partiya me provokasyon tên kirin. Berê jî li Amed û Wanê ev tişt kiribûn lê bi ser neketibûn. Îro jî hatin pêşiya navenda giştî ya partiya me û provokasyon kirin. Bila yek jî nebêje ‘em li heqê xwe digerin’ û ‘malbat’in. Ev tişt hemû provokasyonên AKP’ê ne.

Roja ku Denîz Poyraz hate qetilkirin polîsan ew neparastin û polîsên ku avahiya me ya partiyê nikarin biparêzin 3 provokator parastin û êrişî partiya me kirin, hevalên me birîndar kirin.

Polîsên kujer ên di bin fermana Wezareta Karê Sûc de li navenda Enqereyê li pêşiya navenda giştî ya partiya me gef li Berdevka me ya Meclîsa Jinan û parlementera me Ayşe Acar Başaran xwarin. Em dipirsin ev kesê ku qaşo polîs e kî ye? Divê ev kes ji peywirê were stendin û girtin. Ew bi kîjan mafî dikare ji parlementera me re bibêje ‘Em ê bi mîx bikin’. Em dizanin wezîrê karê sûc dema bi mafya, sûcdar û kujeran re rûdinê, maf dide kesên bin fermana xwe ku sûcan bikin.

Em bang li Serokê Meclîsê Mûstafa Şentop dikin, hesap ji vî polîsî bipirsin û wî bigirin. Ev tişt wê hêza meclîsa Tirkiyeyê nîşan bide.

Em careke din bang li raya giştî ya demokratîk û gelên Tirkiyeyê dikin, werin em bi hev re HDP’ê biparêzin. Em ê demokrasî û aştiyê bînin Tirkiyeyê. Em ê Tirkiyeyê ji vê hêza tarî rizgar bikin. Ji bo parastina partiya xwe, em ê heta dawîn li ber xwe bidin.”