Malbata Yilmaz ê hatî qetilkirin li ber girtîgehê çalakî pêk anîn

Malbata girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz ê li Sîlîvriyê bi îşkenceya gardiyanan hat qetilkirin, li ber girtîgehê çalakiyek li dar xist.

Malbata Ferhan Yilmaz ê di girtîgeha Girtî ya Hejmar 5 a Tîpa L ya Sîlîvriyê di encama îşkenceya gardiyanan de hat qetilkirin, ji ber ku hêj cînayet nehatiye ronîkirin, li ber girtîgehê protesto kirin. Di çalakiyê de posterên ku tabûta bi xwîn a ku Yilmaz tê de hatibû danîn, wêneyên dema li nexweşxaneyê di beşa lênêrînê de bû hatin hilgirtin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum jî piştgirî da çalakiyê.

Gulum bal kişand ser wê yekê ku di îşkenceya ku Yilmaz tê de hat qetilkirin de binpêkirinên maf çêbûye û destnîşan kir ku Yilmaz hatiye qetilkirin û got ku gelek girtî jî rastî îşkence û muameleya xerab hatine. Gulum axaftina xwe wiha dewam kir: “Gelo ev yek nayê pirsîn? Dê berpirsyar bên cezakirin? Gelo qetlîamên li girtîgehan bi dawî nabin? Dê heta kengê girtiyên li girtîgehan kaş bikin ber bi mirinê û her cure muameleya xerab ve bibin? Ev îşkence dê heta kengî berdewam bike? Malbatê dibêje, "Me zarokê xwe winda kir, lê bila malbatên din zarokên xwe winda nekin."

‘EM Ê ŞOPDARÊ VÊ DOZÊ BIN’

Gulum anî ziman ku ew ê şopdarê dozên komkujî, îşkence û zextên li girtîgehan tên kirin bernedin û wiha got, “Girtî ber bi întîharê ve tên ajotin. Muameleya xerab her roj girtiyan ber bi întîharê ve dibe. Di vê mijarê de tu deng ji Wezareta Dadê û rayedaran nayê. Dema jê tê pirsîn tiştek nabêjin. Ger tune be, Yilmaz çawa mir? Ger tune be, girtî çawa birin lênihêrîna giran li vir? Ger tiştekî din tune be, çima girtî sirgûnî girtîgehên din hatin kirin? Em bersiva van pirsan dixwazin. Divê girtîgeh nebin malên qetlîaman."

‘BIRAYÊ MIN DI ENCAMÊ ÎŞKENCEYÊ DE HAT QETILKIRIN’

Birayê Ferhan Yilmaz Hîkmet Yilmaz, anî ziman ku Yilmaz di girtîgehê de ji aliyê "çeteyan" ve hatiye qetilkirin jî tevî vê yekê di lêpirsînê de ti pêşketin çênebûye. Yilmaz wiha berdewam kir: “Birayê min çûye, armanca me ew e ku em zirarê nedin girtiyên din. Em ê ji bo wê têbikoşin. Birayê min teqez di encama îşkenceyê de hat kuştin. Hevalên wî yên din jî rastî îşkenceyê hatin. Paşê sewqî girtîgehên din hatin kirin. Girtiyên ku bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne dibêjin, ‘Kurê we di encama îşkenceyê de hatiye qetilkirin, ne krîza dil.’”

Yilmaz xwest ku dîmenên îşkenceyê jî bên eşkerekirin.