Qurbaniyên Terteleya Dersimê hatin bibîranîn

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û wekîlên pê re li Dersimê di saet 19.38’an de qurbaniyên Terteleya Dersimê bi bîr anîn. Saziyên Elewiyan ên Stenbol û Îzmîrê hişmendiya komkujîker şermezar kirin.

Li Dersim, Stenbol û Îzmîrê qurbaniyên Terteleya Dersimê hatin bîranîn.

DÊRSIM

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dêrsimê, Hevserokê Giştî Mîthat Sancar, parlamenter Tûlay Hatîmogûllarî, Alîcan Onlû, Zeynel Ozen, Kemal Bûlbûl û Alî Kenanoglû, di saet 19.38’an de li Qada Seyit Riza find vêxistin û qurbmaniyên Komkujiya Dêrsimê bi bîr anîn.

‘MÛNZÛR WEKE XWÎNÊ HERIKIYE‘

Li vir Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîpogûllari, axaftinek kurt kir. Hatîmogullarî anî ziman ku jin ji bo rastî destavêtina leşkeran nemînin xwe ji zinaran de avêtin û got: “Ava Mûnzûrê weke xwînê herikiye, divê êdî li ser vê erdnîgariyê aştî pêk bê.“

Bîranîn bi lorandina hunermendên herêmê li ser komkujiyê bi dawî bû.

STENBOL

Li navçeya Kadikoy a Stenbolê bi pêşengiya rêxistinên Elewî bibîranîn hat lidarxistin. Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka demokratîk tevlî biranînê bûn. Bi Tirkî û Kirmanckî pankartê ‘’Me tu tiştê salên 37-38 ên li Dersimê ji bîr nekirine, me tu tişt efû nekiriye’’ nivîskî hat vekirin û dowîzên ‘’Ne ji komkujerên Dersimê ne jî ji yên Roboskiyê re vê carê tu deng nîn in’’ hatin hilgirtin. Di biranînê de find hatin vêxistin.

‘KOMKUJÎ BERDEWAM DIKIN‘

Di bîranînê de ji bo qurbaniyan deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê rêxistinên Elewî Sekreterê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Hasan Şen daxuyani xwend.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku komkujî ne bi tene ne li dijî Dersimê lê li dijî hemû mirovahiyê hatiye kirin û tu kesek ji yên komkujî kirine heta bi niha tu hesab nedaye.

Şen destnîşan kir ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi mîrateya ji wan rojan girtiye komkujiyan berdewam dike. Şen diyar kir ku cihê gorên pêşiyên Dersimê yên hatine bidarvekirin ligel 85 sal buhurîne hêj nehatiye aşkerakirin û got: “Em wek gel û saziyên Dersimê heta ku bigihîjin encamê wê li meşa xwe ya heq û heqîqetê dewam bikin.“

DAXWAZ

Şen bang li dewletê kir ku bi tevahî qirkirina Dersimê re rû bi rû bimîne û destnîşan kir ku pêkanîna vê rûbirûbûnê wê rê li pêşiya komkujî û komkujiyên nû jî bigire. Şen, xwest 4'ê Gulanê bi awayekî fermî weke "Roja Dersimê“ were qebûlkirin û daxwaz bi vî awayî rêz kirin:

 “-           Arşîvên di der barê beriya Komkujiya Dersimê û piştî wê bila bên vekirin.

 -             Bila were aşkerakirin ku çend mirov hatin qetilkirin.          

-              Bila navê Dersimê bihê dayîn.

-             Bila lîsta zarokên sirgûn, wenda û yên wek ewlad hatine wergirtin were aşkerakirin. 

-             Bila cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî yên hatine bidarvekirin were aşkerekirin. 

-             Bila ji gelê Dersimê bi fermî û bi bandor lêborîn were xwestin

-             Projeyên wê bibin sedema texrîbata ekolojîk li Dersimê, bila demildest werin betalkirin. 

‘HIŞMENDÎ BERDEWAM E‘

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum piştî daxuyaniyê axivî û got: “Her rojeke dîroka Tirkiyeyê salvegera komkujiyekê ye. Em ê hesabê komkujiyê bipirsin. Ji bo ku carek din komkujî pêk neyên em ê bitêkoşin.“

Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu bi bîr xist ku 85 sal in ji bo pirsîna hesabê komkujiyê têkoşîn tê kirin û destnîşan kir ku komkujî ne bi tenê li Elewiyan li hemû Kurdan hatiye kirin.

Piştî axaftinan bi zaravayê Kirmanckî stran hatin gotin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî Federasyona Komeleyên Dersimê, Komeleyên DErsimê yên Îzmîrê û Şaxê Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD), kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Li ber Îskeleya Karşiyakayê ji bo çapemeniyê daxuyanî hat xwendin. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû, nûnerê partiyên siyasî û nûnerên civaka sivîl ên tevlî bîranînê bûn.