Koma Êzidiyan: Em hemû peymanên bê Êzidiyan hatin kirin red dikin
Koma Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê ragihand ku ew hemû peymanên ku bêyî beşdariya Êzidiyan hatine kirin red dikin û gotin: "Divê hêzeke hevpar a Êzidiyan bê avakirin."
Koma Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê ragihand ku ew hemû peymanên ku bêyî beşdariya Êzidiyan hatine kirin red dikin û gotin: "Divê hêzeke hevpar a Êzidiyan bê avakirin."
Serokê Koma Êzidiyan a Parlamentoya Iraqê Nayif Xelef Sîdo têkildarî rewşa ewlekariya Şengalê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Êzidî rewşa ku niha tê de dijîn weke qirkirin bi nav dikin. Ji bo tunekirina hemû nakokiyên li herêmên avakirî û misogerkirina praastina pekhateya Êzidiyan zextên navnexweyî bikar tînin.”
Bi domdarî Sîdo, wiha got: “ Ez ditirsim lihevkirinek di nava hemû aliyan de ji bo dawîlêanîna hebûna pêkhateya Êzidiyan li Iraqê were kirin. Daxwawzê dikin ku danûstandinên di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li ser çarenivîsa herêmên Êzidiyan werin rawestandin.”
Sîdo diyar kir ku hemû peymanên ku bêyî beşdariya Êzidiyan hatine kirin red dikin û got: "Divê hêzeke hevpar a Êzidiyan bê avakirin."