Başaran: Wê polîtîkaya şer jî desthilatdariyê rizgar neke

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran got “Wê şerxwazî û operasyon nikaribe desthilatdariyê rizgar bike. Desthilatdarî çavkaniyên gel dide şer.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Başaran bi bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan dest bi gotinên xwe kir û got “Ji ser wê 50 sal derbas bû lê nêzikatiya li ser mûxalif û şoreşgeran neguherî. Di şexsê her sê şoreşgeran de em hemû hevalên xwe yên têkoşerên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî bi bîr tînin.

HILWEŞANDINA EKONOMÎK Û BANDORA WÊ YA LI SER JINAN

Başaran diyar kir ku krîza li Tirkiye û dinyayê roj bi roj zêdetir dibe û got “Bandora herî mezin a vê krîzê li ser jinan çêbû. Hejarî û jin êdî bûne heman tişt. Li Tirkiyeyê herî zêde jin bêkar in. Li temamê dinyayê herî zêde li Tirkiyeyê bêkariya jinan zêde bûye. Bêkariya jinên ciwan di nav bêkariya giştî de 2 katan zêdetir bûye. Ji 10 jinan 3 jinan qeyda wan a xebatê tune. Jin li hemberî hejarî û birçîbûnê têdikoşin û ji ber siyaseta şer a ku desthilatdarî didomîne jî êrişên zayendperest li ser wan tê kirin.

‘DESTHILATDARÎ ÇAVKANIYA GEL DIDE ŞER’

Gel fitara xwe bi birçîtî vedike. Di nav ê krîz û aloziyê de desthilatdarî di siyaseta şer de gavek jî paş ve neavêt. Li her derê propagandaya şer kir û êrişên li ser Herêma Kurdistanê ya Federe bênavber domiya. Hemû çavkaniyên xwe ji bo fînansekirina şer û xurtkirina desthilatdariya xwe domandin. Kesên hejar di vê rewşê de bêtir hejar bûn lê desthilatdarî ji dêvila ku hejariyê ji holê rake, bi ser de hejaran sûcdar dike.

LI GIRTÎGEHAN ZILM HEYE

Li welat ekonomî yek ji pirsgirêka herî girîng e û pê re jî binpêkirinên mafên mirovan jî bûne yek ji rojeva sereke ya welat. Herî zêde jî li girtîgehan ev binpêkirinên mafên mirovan pêk tê. Wekî ku tê zanîn tecrîda ku 24 sal in li Îmraliyê li ser rêzdar Ocalan didome a niha li hemû girtîgehan zêde bûye. Divê raya giştî ya Tirkiyeyê xwedî helwesteke girîng e. Li ser girtiyên nexweş miayeneya bi kelepçe tê ferzkirin û lêgerîna tazî li ser girtiyan tê ferzkirin. Ji bo ku balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û ji bo ku ji tecrîd û êşkenceyê re bibêjin êdî bes e, malbatan li Tirkiye û Kurdistanê Nobetên Edaletê dane destpêkirin. Em piştgiriyê didin malbatên ku rewşa girtiyên nexweş dikin rojev û li hemberî betalkirina înfazê têdikoşin. Em ê vê têkoşînê mezintir bikin.

PEYMANA STENBOLÊ

Li vî welatî yek ji rojeva ku qet naqede jî şîddeta li ser jinan e! Di meha Nîsanê de 24 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 16 jinan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev tabloyeke şer e. Di van şertan de desthilatdariyê dev ji Peymana Stenbolê berda lê jin hê jî Peymana Stenbolê diparêzin.

Meclisa me ya jinan a HDP’ê di 28’ê Nîsanê de li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê di dozê de bûn. Li wê derê jî me diyar kir em ê dev ji peymanê bernedin. Em diyar dikin em ê hevgirtina jinan mezin bikin û bi Komeleya Platforma Em ê Cînayetên Li Ser Jinan Bidin Sekinandin bin, em ê tifaqa xwe mezintir bikin.

ÊRIŞ Û PROVOKASYONA LI SER NAVENDA GIŞTÎ YA HDP’Ê

Duh li navenda giştî ya partiya me provokasyonek hate kirin. Duh qaşo li ser navê malbatan 3 kes anîn pêşiya partiya me û xwestin provokasyonekê bikin. Duh li pêşiya partiya me malbat tunebûn, Emniyeta Enqereyê hebû, Wezîrê Karê Navxweyî hebû, tifaqa AKP û MHP’ê hebû, ew çalakvan bûn. Polîsan li pêşiya avahiya me çalakî kirin û çelenga reş danîn ber partiya me. Ne malbatan polîsan ew çelenga reş danîn ber avahiyê. Provokasyona duh ji aliyê Wezareta Karê Navxweyî hatibû plankirin. Em dizanin Wezaretê ev tişt organîze kiriye.

WÊ NIKARIBIN TÊKOŞÎNA HDP’Ê BIDIN SEKINANDIN

Li pêşiya navenda giştî ya HDP’ê di şexsê min de gef li hemû Kurdan, jinan û HDP’yiyan xwarin. Heke ew dibêjin qey ew ê bi van gefan têkoşîna HDP’ê bidin sekinandin, wê hesabê wan hev negire. 7 sal in we  her tişt kir. Di van 7 salan de hemû metod bi kar anîn ma we dît ku HDP çok danî erdê û stûyê xwe xwar kiriye? Wê tu êrişa we nikaribe têkoşîna HDP’ê bide sekinandin. Em careke din dîtinin bîra Wezîrê Karê Sûc, yên wekî ketin sergoya dîrokê, wê cihê we jî ew der be.”