ROJEVA 5'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Karayilan şerê li Zap û Avaşînê tê kirin weke şerekî neteweyî pênase kir ku wê paşeroja gelê herêmê diyar bike û got, "Dijmin niha xitimî ye. Lê barê hevalan jî sivik nîne. Lewma divê her kes her tiştî bike."

- Alîkarê Sekreterê Giştî yê ELDH'ê Thomas Schmidt ku ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê serî li CPT daye, destnîşan kir ku divê CPT xwedî li rapora xwe derkeve, careke din serdanê bike û raporekê amade bike.

- Aram Hacî diyar kir ku YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê li gorî sîstema federal a Iraqê qanûnî û rewa ne û got, "Îdîayên PDK'ê ku van hêzan weke 'ne qanûnî' nîşan dide û sorkirina Iraqê li dijî Şengalê, encamek ji stratejiyeke ajandayeke Enqereyê ye."

- Çalakgerên vê hefteyê yên Nobeda Azadiyê, endamên NCDK'ê yên li Dûîsbûrgê ne. Komê li dijî êrişên dagirkerî û nokeriyê bang kir.

- Çep a Fransayê ku ders ji hilbijartinên Serokkomariyê wergirt, beriya hilbijartinên giştî yên meha hezîranê di çarçoveya peymanan de hêza xwe kirin yek.