Ketin û derketina Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji aliyê polîsan ve hat asteng kirin. Polîsan êrîşî parêzerên ku dixwestin bên navenda giştî ya Partiyê kirin û êşkence li parêzer Yunus Emre Şahan û belavkarê Rojnemeya Jiyana Nû Mehmet Saît Sirdaş kirin, piştre destên wan ji piştve kelepçe û destgîr kirin.
PARÊZER BI TRAVMAYA MEJÎ HAT SEWQKIRIN
Di rapora ku Nexweşxaneya Pîşeyî û Nexweşiyên Hawîrdorî ya Gazî Mustafa Kemal dayî Şahan de ev tişt hatin diyarkirin: “Ser zivirîn û li ser hestiyê zîgomatîk yê rastê hîperîma 3*5 cm û cih cih abrazyon heye, li herêma lombera çepê 10*10 cm şopên ekskorîasyona lîner a paralel û dora wê hîperîm hene. Di herêma rex heman herêmê de abrazyona 5*5 cm û li skapûla rastê jî hîperîma 4*4 cm heye. Di destên wî de piştî kelepçeyê bêhis bûn heye, di aliyê travmaya mejî û travmaya maksîllofsiyal ve divê ji aliyê cerahê neorolog ve were nirxandin.”
Hat zanîn ku ji destgîrtiyan 2 kes hatin berdan û hîna kar û barên destgîriyê yên 7 kesan jî didome.
Dorpêça polîsan berdewam e