Sedir wê piştgirî bide parlementerên serbixwe hikumetê ava bikin

Rêberê Tevger Sedir Muqteda Sedir ji bo di nava 15 rojan de hikûmetek nû ya Iraqê bê avakirin, bang li parlementerên serbixwe kir û got: “Em jî amade ne ku li gel hevpeymana xwe, deng bidin.

Rêberê Tevger Sedir Muqteda Sedir girêdayî avakirina hikûmeta nû ya Iraqê ku nêzî 7 mehin nehatiye avakirin, li ser hesapê xwe yê twîterê peyamek weşand. Di peyama xwe de wiha gotiye: “Hevpeymaniya Rizgariya Nîştimanî ku xwediyê piraniya kursiyên parlamantoyê ye, ji ber biryara dadgeha Iraqê nikare hikûmetê ava bike.”

Sedir anî ziman ku Hevpeymana Çarçoveya Hemahengî ku ji bo avakirina hikûmetê 40 roj dem dabûyê, bi serkeftî nebû.

Rêberê Tevger Sedir Muqteda Sedir xwest ku hevpeymanekî avabikin ku hêjmara wa ji 40 kursiyan kêmtir nebe û hikûmeta nû avabikin.

Sedir ji bo avakirina hikûmetê 15 roj dem dide parlementerên serbixwe û destnîşan kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû ew bi xwe, hepeymana PDK û Sunneyan piştgirî didin.

Sedir wiha got: “Ew aliyên Çarçoveya Hemahengî ku mêyzandina me ya baş li beramber wan heye, piştgiriya Tevgera Sedir bikin û berjewendiyên nîştimanî bêxin ser berjewendiyên taybet. Ev jî bi armanca dawî lê anîna krîza siyasî.”