ROJEVA 6'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hiqûqnas Aram Hacî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê neqanûnî ye, dagirkerî ıye û bang li Iraqê kir ku helwestê li dijî vê yekê nîşan bide.
- Dewleta Tirk di êrişa dagirkeriyê de ya li ser Zapê, bi giranî fuzeya MAM-L ji balafirên bêmirov diavêje ku ev bombe li cîhanê weke 'fuzeya kujer' tê pênasekirin. Teknolojî û lîsansa vê fuzeyê jî Elmanya ye.
- Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî êrişa hêzên hikumeta Kazimî dewam dike. Şengalî dibêjin, "Çi bikin jî wê nikarbin parastinan Êzidxanê ji holê rakin. Ji ber ku em baş zanin, ji bilî me kes me naparêze."
- Ji Komîteya Çerkes a Minbicê Semîr Hebak ragihand ku dewleta Tirk dixwaze herêmên ji hev qut bike û gelan bi hev bide şerkirin.
- Xecê Şen ragihand ku piştî amadekariya 9 salan wê 'Hûmîtra' nivîsand û got, "Ev yek felsefeya destpêkê ya Kurdan e."
- Li DYE'yê, Dadgeha Bilind li dijî jinan şer ragihand. Mafê kurtajê di nava 50 salên dawî de bi gefeke mezin re rû bi rû ye. Parêzvanên mafê kurtajê wê 14'ê Gulanê dakevin qadan.
- Mûstafa Azîmîtabar ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li kampeke penaberan a li Awûstralyayê 8 salan hate hiştin, bi otoportreya xwe ya ku bi firçeya diranan çêkir, di pêşbirka xelatan a herî navdar a vî welatî de bû fînalîst.