Milîsên HBDH'ê li dijî midûriyet û qereqola polîsan çalakî kirin

Li Amedê HBDH'ê li dijî Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û qereqolê çalakiyek li dar xist û got, "Em ê rehetiyê nedin dagirkeran."

Milîsên Mordem Erîş ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li Amedê li dijî Midûriyeta Polîsan a Navçeyê û Qereqola Mehmet Akîf çalakî pêk anîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya têkildarî çalakiyan de wiha hate gotin: "2'ê Gulanê saet di 07:00 de li dijî Qereqola Polîsan a Amedê/Yenîşehîr/Mehmet Akîf me bi bombeyên deng çalakiyek li dar xist. Piştî çalakiyê ku hêzên me li dijî Midûriyeta Polîsan a Amed/Navçeya Şehîtlîkê pêk anîn, hêzên me gihiştin baregehên xwe."

'EM Ê REHETIYÊ NEDIN DAGIRKERAN'

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Çalakiyên me ji bo ku em nîşan bidin, piştgiriya pêngava 'Parastina Kurdistanê' em ê rehmê li rejîma Tirk a faşîst a ku başûr, bakur û rojava welatê me dagir kiriye û li dijî operasyona dagirkeriyê ya rejîma Tirk ku di 17’ê Nîsanê de daye destpêkirin, hatine li dar xistin.

Em ê rehetî û aramiyê nedin dewleta faşîst, dagirker û polîsên êşkencekar! Ew ê nikaribin bi hêsanî li axa me bigerin. Weke hevrêyê xwe yê fedayî Erîş ku yek ji lehengên Berxwedana Serdemê ya Sûriyeyê ye, em ê jî derbên bênavber li dijmin bidin. Sond dixwin ku dijmin bixin rewşeke welê ku ji siya xwe bitirse! Me got, 'Em ê faşîzmê hilweşînin, em ê azadiyê bi dest bixin'. Heta ku em negihin vê armancê em ê ti carî nesekinin!”