Jinan bertek nîşanê gefên polîsan da: Ji we zêde ye!
Jinan bi tundî bertek nîşanê gefa polîsan a ‘’ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim’’ li wekîla HDP’ê Ayşe Acar Başaranê xwar, dan û gotin: “Ji we zêde ye.“
Jinan bi tundî bertek nîşanê gefa polîsan a ‘’ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim’’ li wekîla HDP’ê Ayşe Acar Başaranê xwar, dan û gotin: “Ji we zêde ye.“
Polîsê Tirk gef li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û wekîla Êlihê Ayşe Acara Başaranê xwar û got: ‘’Ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim“. Gelek saziyên jinan bi tundî bertek nîşanî gefa polîs da û gotin: “Ji we zêde ye.“
Komeke di bin parastina polîsan de hat ber Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), çeleng danî ber avahiya partiyê da ku provokasyonê bike.
Komeke provokatîv bi piştgiriya desthilatdariyê ya bi 3 kesan ku îdîa kirin zarokên wan bi PKK’ê re ne, bi alên dewleta Tirk ên di destên xwe de daxuyanî xwendin û ji ber Navenda Giştî ya HDP’ê veqetiyan.
Polîs jî heqaret li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Wêkîla Êlihê Ayşe Acar Başaran kir û gef lê xwar, got: ‘’Ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim.’’ Rêxistinên jinan li dijî şideta polîs a li hemberî Başaranê bertek nîşan da û li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal gotin ‘’#Jiwezêde ye’’
‘LI HEMBERÎ BERXWEDANA JINAN NEÇAR DIMÎNIN’
Peyamên rêxistinên jinan wiha ne:
“Meclîsa Jinan a HDP’ê: Em polîsê bi aşkerahî gef li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê xwariye teşhîr dikin. Ev kesê li hember berxwedana jinan neçar maye, divê demildest ji peywîra xwe were durxistin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vî gefê dengê xwe bikin!’’
Tevgera Jinên Azad (TJA): Em polîsê dewletê-yê mêr ê gef li aktîvîsta me û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaranê xwariye teşhîr dikin. Em dev ji berxwedan û azadiya xwe ya jinan bernadin.’’
Komeleya Jinan Rosa: Em hişmendiya yekperest, zayendperest û kurmîbûyî teşhîr dikin. Em ê li bilindkirina rêxistinbûn û têkoşîna xwe ya me bi wêrekî, biryardariya xwe derxistiye holê dewam bikin. Em ji gefan re serî danaînin… Ayşe Acar Başaran ne bi tenê ye! Hişmendiya Deniz Poyraz di avahiya partiyê de qetil kir û ya îro li ber navenda giştî ya HDP’ê ji Ayşe Acar Başaranê re got: ’Derkeve derve ez ê te bi bizmar bi dîwar ve bikim heman hişmendî ye. Vê feraseta bêperwa ya li dijî vîna gel nayê qebûlkirin!’
HÛN BI JINAN NIKARIN
Komeleya Kadin Zamani: Her roj jin tên qetilkirin û kujer serbest tên berdan. Vê nêzîkatiya polîsekî li dijî Ayşe Acar Başaranê nayê qebûlkirin! Êm ên bi vî zimanê neyarê jinan û gefan ji yên kujerên jinan bi polîtîkaya necezakirinê diparêzin nas dikin! Hûn bi jinan nikarin!
Parastina Jinan: Bi van gef û hedefnîşandanan bû ku li Îzmîrê qatil, Deniz Poyraz qetil kir. Hûn ê hesab bidin.
Jinên Demokrat ên Nuh: ‘’Gefa ez ê te bi dîwar ve bizmar bikim gefek e li dijî têkoşîna jinan e. Li dijî êrîş û gefên dewleta mêr têkoşîna jinan ji xwe re dike armanc êm ê tebikoşin!
Kampus Cadilari: Em baş dizanin ku polîsê li ber Navenda Giştî ya HDP’ê gef li Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê, wekîla Êlihê Ayşe Acar Başaranê xwariye hêza xwe ji kû digire. Êm ê yên kirin bi kujerê Deniz Poyrazê dan kuştin û pişta kujerên jinan digirin li ber xwe bidin!
JINÊN KURD Û GELÊ KURD ARMANC IN
Jiyana Hûnandî: Gefa polîs a li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê gefek e li gelê Kurd hatiye kirin. Li hember helwesta we ya bi faşîzanî wê vîna jinan di her warî de têkoşînê mezin dike û serî natewîne bi ser bikeve.!
Rizgariya Jinan: Gefa polîs a bi aşkerahî ya li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê, li ber Navenda Giştî ya HDP’ê dengê me nahê birîn. Em bi hêza ku ji piştevanî û rêxistinbûna xwe digirin bi dengê bilind diaxivin. Ayşe Acar Başaran ne bi tenê ye.
Jinên Partiya Karkerên Tirkiyeyê: Ev kesê li ber Navenda Giştî ya HDP’ê bi aşkerahî li wekîleke jin gefan dixwe, hêza xwe ji kû digire em baş dizanin! Em bi Ayşe Acar Başaranê re ne!
Mor Sarmaşik: Bila her kes bizane ku Ayşe Acar Başaran ne bi tenê ye! Şideta dewleta mêr bi tu awayî nikare me jinan biçewisîne!
Mor Dayanişma: Polîsê gef li Berdevka jin a HDP’ê, hevrêya me ya têkoşînê Ayşe Acar Başaranê xwar, got: ‘Ez ê te bi bizmar bi dîwar ve bikim’ îfşa dikin! Şideta dewleta mêr me ji doza Geziyê, ji 8‘ê Adarê, ji her derê nas dikin. Bi gefên we piştevaniya jinan ranaweste.