HDP: Em li hemberî faşîzmê stûyê xwe natewînin

Rêxistina HDP‘a Stenbolê êrîşa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP'ê û heqaretên û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê şermezar kirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê êrîşa polîsan a li hemberî Navenda Giştî ya HDP’ê û heqaretên û gefên li Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaranê bi daxuyaniyek girseyî şermezar kirin. Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum, Fîlîz Kerestecîoglu, Erol Katircioglû, gelek partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên girseyên demokratîk tev li çalakiyê bûn û anîn ziman ku wê li hemberî polîtîkayên zext û şer ên desthilatdariya AKP-MHP’ê stûyê xwe netewînin.

Beriya daxuyaniyê polîsan pêşî li Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê girt û hewil dan ku girseyê asteng bikin. Tevî hemû astengiyan girseyê gav paş de neavêt û ev hewildana kêfî, bi dirûşmên “Hûn bi zextan bi me nikarin’’, ‘’Jin Jiyan azadî”, “Bijî berxwedana HDP’ê” û “HDP gel e, gel li vir e” şermezar kirin.

Di çalakiyê de pankarta li ser “Bi hêz û mîrateya şoreşê ya ku me ji paşerojê girtî, em bi bin neketin û em ê bin nekevin” û dowîzên li ser “Me li ber xwe da, em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin” nivîsandî hatin hilgirtin.

‘DESTHILATDARÎ BI ÊRÎŞKIRINA ME HEWIL DIDE BÊHUQÛQIYA XWE BIVEŞÊRE‘

Axavtina pêşîn a daxuyaniyê, Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Ferhat Encu kir û wiha got: “Polîsan hewil da ku me li ber navenda giştî asteng bikin. Divê baş were zanîn ku HDP’ê li hember faşîzmê sitû netewandiye û wê netewîne, rê nedaye fam û feraseta nedemokratîk û wê nede jî.”

Encu bertek nîşanê kesên ku qaşo parlamentoya demokratîk diparêzin da û wiha got: “ Bêdengiya li hemberî van êrîşan tê wateya hevkariyê. Ev partî, partiyeke ku aşitî, azadî û wekheviyê diparêze. Ev partî têdikoşe ku van xakan xwîn, hew hêsir bibarin ji çavan û bi top û balafiran qetilam çênebin. Dest ji van hewildanên xwe yên nedemokratîk berdin.”

‘JI WE ZÊDE YE KU ME BIZMAR BIKIN‘

Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum jî axivî û got: “Hûn bi berdewamî HDP’ê bişopînin hûn ê bibînin ku çawa rojên ronahî û aşitiyê tên vî welatî. Bi taybetî jî têkoşîna jinan baş bişopînin. Em jinên ku ji kuçe û kolanan hatine, em jinên ku bi salan e ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin û berdêl dane. Ji we zêde ye hûn me bizmar bikin. Hûn çi jî bikin, nikarin hilweşîna desthilatdarî û hevkariya xwe ya bi çete-mafiya veşêrin û hûn ê nekaribin binketina desthilatdariya xwe bidin sekinandin”

Platforma Şaxê KESK’ê ya Stenbolê, Kaldiraç, SODAP, EHP, SKYP û nûnerên Partiya Şoreşger yek bi yek axivîn kirin û gotin: “ Wê rê nedin êrîşên li ser HDP’ê.“

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.