ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Serdana girseyî ji bo sersaxiya Şehîdê HPG'î Andok Jîrkî
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Reşat Aşan destnîşan kir ku gef li malbata gerîlayê HPG'ê Andok Jîrkî (Aydın Ozdemir) ku hat ragihandin şehîd bûye, hatiye xwarin da ku sersaxiyê li qada vekirî daneyne û astengî şermezar kir. -
Rojnamevan Huseyîn Aykol ji ber xwînrijiya mejî rakirin nexweşxanyê
Rojnamevan Huseyîn Aykol ku yek ji navên sembol ên çapemeniya azad e, li mala xwe bi awayekî ji ser hişê xwe çûbû hat dîtin. Hate diyarkirin ku Aykol xwînrijiiya mejî derbas kiriye û tê emelyatkirin. -
Şandeyên PJAK û Komeleya Zehmetkêşan li hev civiyan
Şandeyên PJAK û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li navenda Komeleya Zehmetkêşan li hev civiyan. Di hevdîtinê de rewşa her çar parçeyên Kurdistanê û rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn hate nîqaşkirin. -
Kadrî Bagdû li ser gora xwe hate bîranîn
Belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdû ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatibû qetilkirin, di 11’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn. Hevjîna Bagdû, Şemse Bagdû got, “Têkoşîna Musa Anter û hevalên wî, têkoşîna me ye.” -
Bakirhan: Komîsyon divê Birêz Ocalan guhdar bike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, got: “Li ser milê Meclisê berpirsyartiyeke sed salî heye. Meclisa îsal biqasî Meclisa ewil girîng e. Meclisa me bi peywira avakirina komara demokratîk a bi rêya muzakereyên demokratîk rû bi rû ye.” -
Li Îranê di 20 rojan de 164 kes hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Sêşema Na ji Cezayê Darvekirinê re’ ragihand ku girtiyên jin ên siyasî li girtîgeha Evîn ji mafên xwe bêpar tên hiştin û diyar kir ku di 20 rojên borî de 164 kes hatine darvekirin. -
DMME’yê di doza Aysel Tugluk de binpêkirinên giran tesbît kir
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo parlamentera berê ya HDP’ê Aysel Tugluk biryar da ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye binpêkirin. -
Li Qendîlê balafireke bêmirov ket
Li nêzî gundê Pirdeşal ê Qendîlê balafireke bêmirov a dewleta Tirk, kete xwarê. -
Bahçelî: Daxuyaniya 27’ê Sibatê ya rêberê damezrîner li gorî me esas e
Lîderê MHP’ê Devlet Bahçelî di komcivîna meclîsa partiya xwe de axivî û ji bo banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê got, “li gorî me esas e” û anî ziman ku ji bilî vê daxuyaniyê “ti hukmê gotin û nirxandineke din nîne”. -
Sevda Karaca: Daxwazên gelê Kurd divê bi sererastkirinên qanûnî bêne ewlekirin
Parlamentera Dîlokê ya EMEP'ê Sevda Karaca anî ziman ku ji bo bersiv ji daxwazên gelê Kurd bêne dayin divê sererastkirinên qanûnî yên şênber bêne kirin û got, "Divê dewlet tavilê gavê biavêje." -
ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Parêzeran bi Rêber Apo re hevdîtin kir
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê piştî bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, ji Îmraliyê vegeriyan. -
Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hat kirin
Platforma Jinan a Wanê û xwendekaran ji bo Rojîn Kabaîş edalet xwestin. Baroya Wanê jî giliyê dozgerê berê û rayedarên ATK’ê kir. -
Kedkarên KESK’ê ji Amedê ber bi Enqerê ve dimeşin
KESK û BES’ê bi daxwaza kedkarên ku bi rêya KHK’ê ji kar hatin dûr xistin vegerin ser kar, ji Amedê ber bi Enqerê ve dimeşin. -
McLaren: Gotinên Abdullah Ocalan weke kevokeke li ber bê ket û ji deryayê derbas bû
Pedagogê Kanadayî Peter McLaren piştgirî da banga Rêber Apo û got, "Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê tecrîdkirî ye, dema ku 27'ê Sibatê Bang Aştî û civaka Demokratîk kir, gotinên wî weke kevokekê li ber bê ket û ji deryayê derbas bû." -
Sê rojên dawî 10 kes hatin binçavkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê sê rojên dawî li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 10 aktîvîst û welatiyên Kurd binçav kirin û aqûbeta binçavkiriyan nayê zanîn. -
Agahî ji girtiya siyasî ya Kurd nayê wergirtin
Zextên dewleta Îranê yên li hemberî jinên Kurd bê navber dewam dikin. Li gorî agahiyan, sporvana Kurd Yelda Îmamdostî zêdeyî du meh in li navenda binçavkirinê ya li bajarê Îsfahanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve tê ragirtin û agahî jê nayê girtin. -
Temellî: Komîsyon divê hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî got, "Divê komîsyona li Meclîsê hevdîtinê bi Birêz Abdullah Ocalan re bike. Divê heyetek biçe Îmraliyê. Ev yek divê bi lez bê plankirin." -
Parêzer çûn Îmraliyê
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo çûn Îmraliyê. -
Prof: Yeşîldere: Divê bi sebir piştgirî ji pêvajoyê re bê dayin
Prof. Tahsîn Yeşîldere ragihand ku weke Akademîsyenê Aştiyê li gel her tiştî ew piştgiriyê dide pêvajoya ji bo aştî û welatîbûna wekhev û got, "Her kes divê bi sebreke mezin piştgiriyê bide." -
ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Bogotayê çalakvan daxwaza azadiya Rêber Apo kirin
Bi wesîleya 2’yemîn salvegera pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li bajarê Bogotayê komek çalakvanên ji Abya Yala çalakiyên agahdarkirinê û hevgirtinê lidar xistin. -
Fîlozofê Tûnisî Triki: Jiyana azad mafê Kurdan e
Fîlozofê Tûnisî Fathi Triki piştgirî da "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo ku di 27'ê Sibatê de kir. -
Rojnamevanê ku agahî jê nedihat wergirtin li kêleka rê bi rengekî 'lêdayî' hate dîtin
Rojnamevan û derhênerê dokûmanterê Hakan Tosûn ku ji şeva 10'ê Cotmehê ve agahî jê nedihat wergirtin, li kêleka rê bi rengekî ku lê hatibû xistin, hate dîtin.