ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 25’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
KON-MED: Denîz Undav ne bi tenê ye!
KON-MED êrîş û helwestên nijadperest ên li dijî lîstikvanê futbolê yê Kurd Deniz Undav a di maça Fenerbahçe-Stuttgartê de şermezar kir û bang li UEFA kir ku peywira xwe bi cih bîne. -
Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Rêber Apo re hat weşandin
Beşa duyemîn a hevpeyvîna ku Rêber Apo 28 sal berê bi rojnamevan Fatîh Altaylî re pêk anî bû lê hatibû astengkirin, hate weşandin. -
Li Wanê mirina bi guman a ciwanekî girtî
Derket holê ku girtiyê bi navê Cîhan Talak ê beriya 2 mehan hate girtin, hefteyek berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye. -
Li Stenbolê 9 ciwan hatin binçavkirin
Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin û 9 ciwanên endamên Meclisa Ciwanên Demokratîk hatin binçavkirin. -
Eren Keskîn: ‘Mafê Hêviyê’ ne qenciye, erkeke qanûnî ye
Parêzer Eren Keskîn, anî ziman ku sererastkirina rêziknameya 'mafê hêviyê' ya li Tirkiyeyê erkekî qanûnî ye û destnîşan kir ku ev yek tenê bi dozên takekesî re sînordar nîne û got, “Ev mijareke mafê mirovan e.” -
Ji bo ked, aştî û edaletê: 25’ê Cotmehê li Esenyûrtê civîna mezin
Bi pêşengiya DEM Partiyê wê bi tevlîbûna EMEP, EHP, SMF, TÎP û TOP’ê roja 25’ê Cotmehê li Stenbol Esenyûrtê civîneke mezin a gel were lidarxistin û daxwaza ked, aştî û edaletê bê kirin. -
Li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’
Polîsan li hemberî TELE1’ê operasyona ‘sîxuriyê’ pêk anî û Derhênerê Weşana Giştî Merdan Yanardag hate binçavkirin. Hate zanîn ku derheqê Ekrem Îmamoglû de jî lêpirsîna ‘sîxuriyê’ hatiye vekirin. -
Sîstema ku gotin, raye û biryar di destê civakê de ye: Demokrasiya Muzakereyî
Têgeha Demokrasiya Muzakereyî ya ku Rêber Apo di serdema nû de wekî çareseriya rojevî pêşkêş kir, di rastiyê de rêya ku xwe berdide bingeha pirsgirêkên ku li cîhanî têne jiyîn û ber bi têgihîştina sosyalîzmê ya Tevgera Azadiya Kurd ve diçe ye. -
Prof. McLaren: Tecrîta li ser Ocalan hêza girtîbûna xeyalê ya kolektîf diteyîsîne
Prof. McLaren yek ji teorîsyenên pêşeng ên warê pedagojiyê ye û bal dikşîne ser girîngiya fikrên Rêber Apo, got: “Dîwarên Îmraliyê ne tenê sînorên girtîgehekê ne. Ew mîmariya nîzameke cîhanê ku ji hişmendî û şiyana ramana rexneyî ditirse, temsîl dike." -
ROJEVA 24’Ê COTMEHA 2025’AN
Sernaven sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Xeteriya jiyanî ya Aykol dewam dike
Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol ku piştî xwîn çû ser mejiyê wî hatibû entubekirin a li beşa çavdêriya awarte didome. Hêj jî xetere li ser jiyana Aykol heye. -
Qurbaniyên erdhêja Wanê hatin bibîranîn
Di salvegara 14’emîn a erheja Wanê de kesên jiyana xwe ji dest dabûn bi çalakiyekî hatin bibîranîn. -
Komîteya Koçberên Serêkaniyê hilbijartinên 'Meclîsa Gel' red kir
Komîteya Koçberên Serêkaniyê hilbijartinên 'Meclîsa Gel' ên li bajarê dagirkirî red kir. -
Ahmet Turk ji doza 'propaganda rêxistinê' beraat kir
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê di doza bi îdîaya 'propaganda rêxistinê' de dihate darizandin, beraat kir. -
Hevpeyvîna bi Rêber Apo re ya berî 28 salan hate astengkirin: Ya muhîm destpêkirina diyalogê ye
Rêber Apo di sala 1997'an de li bajare Bar Elias ê Lubnanê hevpeyvîn bi rojnamevan Fatîh Altayli re kiribû. Beşa destpêkê ya ji 30 deqeyan a vê hevpeyvîna ku hatibû astengkirin, hate weşandin. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Erdogan 28'ê Cotmehê ye
Tê payin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di 28'ê Cotmehê de bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike. Li ser cih û saeta hevdîtinê hîn agahî nehatin parvekirin. -
Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi siyasetmedarên girtî re 'pêvajo' nirxandin
Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê serdana girtîgehên Edîrne û Kandirayê kirin û bi siyasetmedarên girtî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Selçûk Mizrakli û Semra Guzel re hevdîtin kirin. -
'Gavên ku pêwîstiya xwe bi guhertinên qanûnî nîne divê tavilê bêne avêtin'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Sûltan Ozcan destnîşan kir ku ji bo pirsgirêka baweriyê ya travma bi dehan salan ji holê bê rakirin, di serî de bicihanîna biryarên têkildarî Yuksekdag û Demîrtaş divê hin gavan tavilê biavêje. -
Prof. Peter McLaren: Aştî li gel Ocalan dîl hatiye girtin
Prof. Keter McLaren diyar kir ku di vê serdemê de xwestina aştiyê serhildanek e û got, "Dewleta Tirk fikrê Ocalan dixwaze lê ne îradeya wî, gotinên wî dixwaze, lê ne hebûna wî. Aştî jî bi wî re hatiye girtin." -
ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Guner ê piştî 31 salan hate berdan, li Farqînê bi coş hate pêşwazîkirin
Îkram Guner ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê dihat ragirtin û piştî 31 salan hate berdan, li warê xwe Farqînê hate pêşwazîkirin. -
Xeteriya li ser jiyana rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol dewam dike
Metirsiya li ser jiyana rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol dewam dike, ku xwîn çû ser mejiyê wî. Ji ber enfeksiyona li pişikê wî rû da, tedawiya bi antibiyotîkê destpê kir. -
Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê girtî bi hincetên 'dûrî ji aqil' nayên berdan
Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa S a Kirşehîrê binpêkirên mafên mirovan û astengkirina bi kêfî ya berdana girtiyan dewam dike. -
Pîr Deprem: Pêngava ji bo Elewiyan nîne, pêngava asîmîlasyonê ye
Pîr Suleyman Deprem diyar kir ku daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê "Pêngava ji bo Elewiyan" nîne û destnîşan kir ku ev yek hewldaneke nû ya asîmîlasyonê ye ku dixwaze Elewîtiyê bixe bin kontrola dewletê.