ROJANE
Hemû Nûçe
-
6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar hate birîn
Li hunermend Pinar Aydinlar 6 sal û 3 meh ceza hate birîn ku di çarçoveya lêpirsîna HDK'ê de dihate darizandin. -
Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin
Li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê binpêkirina mafên mirovan a li hemberî girtiyan bi dawî nabe. Bi hinceta ku li girtîgehê "perwerdeya bi Kurdî" daye, cezayê hucreyê tê birîn, berdana hin girtiyan tê taloqkirin. -
Dozger bi biryara beraatê qanih nebûn: Şuştina cenazeyan û tevlîbûna li merasîmê sûc nîne!
Yildiz Damla ku ji ber tevlî merasîma cenazeyên PKK'yian bû û cenaze şuşt bi îdîaya "Endametiya rêxistinê" hate darizandin. Li gel biryara beraatê jî dozger dest jê naqerin. -
Sarisaç: Fikrê Birêz Ocalan li cîhanê kelecanek afirand
Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya DBP'ê Mûrat Sarisaç anî ziman ku fikrên Rêber Apo ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê, her wiha li seranserê cîhanê bi coş hate pêşwazîkirin. -
ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DEM Partiyê bertek nîşanî Selvî da: Dest ji îdiayên ku rastiyê nîşan nade berde
DEM Partiyê nivîsa îro ya nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvî şermezar kir û got, "Zimanek ku li şûna ku raya giştî bi awayekî rast agahdar bike, pêşdaraziyê çêdike û rastiyê çewt dike, qet xizmeta aştiyê nake.” -
DEM Partî şerha muxalefetê danî ser budçeya 2026’an
DEM Partî di şerha muxalefetê ya li dijî budçeya 2026’an de nerazîbûn nîşanî tercîhên hikûmetê yên aborî û siyasî da. -
Ji ber peyva ‘Mahabad’ û ‘Kurdistan’ hatin cezakirin
Li Girtîgeha Kalkendere ya Girtî ya Tîpa L a Rizeyê, heft girtiyan ji ber di pêşbirka zanînê de peyvên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistan’ bikar anîne bi cezayê dîsîplînê hatin cezakirin. -
Serokê Meclîsê: Ev projekeye dewletê ye
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş, têkildarî pêvajoya berdewam dike axivî û got: ‘’Ev projeyeke dewletê ye.’’ -
Veysî Aktaş: Çepgirên Tirk bi heman jiberkirinan dewam dike, xwe nû nake
Veysî Aktaş, bersiv da rexneyên li ser peyama Rêber Apo ya ku di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de hatî xwendin û got, “Çepgirên Tirk bi heman jiberkirinan dewam dike, xwe nû nake.” -
Erbaş: Em nikarin helwesta xwe li gorî ya dewletê diyar bikin
Hevberdevkê Dibistana Partiyê ya DEM Partiyê Dogan Erbaş diyar kir ku aştî wê bi têkoşînê bê û got, ti carî cihê bêhêvîtiyê nîne. -
Unsal: Ji bo yekîtiya neteweyî gaveke girîng e
Parêzvanê mafên mirovan Ahmet Farûk Unsal diyar kir ku pêvajoya nû ji bo yekîtiya neteweyî girîng e û got, "Şoreşa Rojava bû gaveke dîrokî ku Kurd hemû li dora xwe civand û hesasiyeteke neteweyî afirand." -
Lemkow: Gava destpêkê divê azadiya Abdullah Ocalan be!
Profesorê Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Louis Lemkow anî ziman ku divê hikumeta Tirk nîşan bide ku di çareseriya meseleya Kurd de ji dil e û got, "Gava destpêkê ya vê samîmiyetê jî azadiya Abdullah Ocalan e." -
ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bi dawî bû
Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya DEM Partiyê bi dawî bû. Hevseroka Partiya Volt a Îtalyayê Daniela Patti got, "Em ji bo hêza gotinên rêzdar Ocalan bibin welatê xwe, li vir in." -
John Holloway: Ocalan ronahiyeke ku di tarîtiya cîhanê de dibiriqe
Fîlozofê marksîst John Holloway got, “Ji 11 hezar kilometre dûr hatime vir. Ronahiyek li vir hebû. Tiştek çirûsk dida. Şewqa wê gihîşt ronahiyê. Ev jî ronahiya Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd e. Ronahiyek ku di tariya cîhanê de dibiriqe." -
Shirin Ebadi: Azadiya Abdullah Ocalan mercê esasî yê pêvajoyê ye
Xelatgira Nobelê Shirin Ebadi: Azadiya Abdullah Ocalan û serketina muzakereyên yekser ên navbera herdu aliyan mercên bingehîn ên vê pêvajoyê ne. Û ez zanim ku hûn ê vê bi ser bixînin. -
Peyamên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ên ji bo konferansê
Hevserokên berê yên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ku ji aliyê dewleta Tirk ve dîl têne girtin, ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî re peyam şandin. -
Norman Paech: Divê Abdullah Ocalan bê berdan!
Prof. Norman Paech li Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî axivî û destnîşan kir ku divê Rêber Apo bê berdan. -
Dîroknasê Misrî Mercûne: Banga aştiyê ya Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn dîrokî ye
Ji profesorên dîrokê yên Misrê Îbrahîm Mûhammed Alî Mercûne destnîşan kir ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ne tenê ji bo meseleya Kurd, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn xaleke werçerxê ya dîrokî ye. -
Dubbins: Em ê banga xwe ya ji bo azadiya Ocalan bênavber dewam bikin
Dîrektorê Têkiliyên Navneteweyî yê Unite The Unionê Simon Dubbins got, "Em gavên ku ji aliyê Birêz Ocalan ve hatin avêtin silav dikin. Ji bo avêtina gavên destpêkê, em wêrekiya ku hatiye nîşandan silav dikin." -
Aydin: Divê pêvajo civakî bibe
Hevserokê ÎHD'ê Cîhan Aydin işaret bi girîngiya hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re kir û destnîşan kir ku ji bo civakîbûna pêvajoyê divê şefafbûyîn bê zêdekirin. -
Cîhangîr Îslam: Rûniştina li hev, mirovan wekhev dike
Nivîskar Cîhangîr Îslam li ser serdana komîsyonê ya li Îmraliyê got, "Rûniştina li hev, êdî mirovan wekhev dike." -
Eren: Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin
Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren got, di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de bi taybetî divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin. -
ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.