ROJANE
Hemû Nûçe
-
Azîme Işik : Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin
Siyasetmedar Azîme Işik, bal kişand ser zêdebûna tecrîd û binpêkirinên mafan li girtîgehan û got, “Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê bê pejirandin, û girtîgehên ku tecrîda giran tê de pêk tê, werin girtin.” -
Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê, Pere Aragonès Garcia, di axaftina xwe ya li konferansa ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû organîzekirin de, tecrubeyên Katalonyayê parve kir û got, “Di pêvajoya danûstandinê de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye.” -
Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne
Siyasetmedar Declan Kearney di konferansa navneteweyî ya li Stenbolê de axivî. Kearney qala pêvajoya Îrlandayê kir û got, "Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne." -
Bahçelî: Aştî ne çûkekî yek bask e, wê baskê duyemîn bê çêkirin
Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî, diyar kir ku aştî ne çêkekî yek bask e û wiha got, “Îşala dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê bi hev re firîna wê bibîne.” -
Nêçîrvan Barzanî: Divê aşitî neyê astengkirin
Nêçîrvan barzanî ji Konferansa Aşitî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî re peyamek şand û got: ‘’Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina aramî û aşitiyê amade ye ku rola xwe bilize. Dibe ku astengî hebin lê belê divê aşitî neyê astengkirin.’’ -
Konferans: Modela entegrasyona demokratîk ji bo aştiyê zemînek xurt pêşkêş dike
Doç. Dr. Arzû Yilmaz û Xelatgirê Nobelê Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk di konferansa navneteweyî ya li Stenbolê de semîner dan. Arzû Yilmaz got, modela entegrasyona demokratîk a Rêber Apo ji bo aştiya herêmî zemîneke xurt pêşkêş dike. -
Ji bo 2 şehîdên HPG’ê merasîma sersaxiyê
Ji bo gerîlayên HPG’ê Cîhan Yîgît û Ferman Turgut ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn, li navçeya Qileban a Şirnexê û li Wanê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. -
Li Kirşehîrê 10 gardiyanan êrîşî girtiyekî kirin
Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê binpêkirinên mafan ên li hemberî girtiyên siyasî didomin û 10 gardiyanan êrîş birin ser Yûnûs Ozak ê ku ferzkirina "nizama leşkerî" qebûl nekir. -
MHP: Pêvajo meseleyeke dewletê ya nayê taloqkirin e
Endamê komîsyona li Meclîsê û Cîgirê Serokatiya Giştî ya MHP’ê Fethî Yildiz ji bo pêvajoyê got, meseleyeke dewletê ya nayê taloqkirin e. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin, cara 1080’an li Qada Galatasarayê kom bûn. -
Konferansa Navneteweyî: Barzanî û Talabanî peyama piştgiriyê dan
Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî peyam ji konferansa navneteweyî ya li Stenbolê re şand û got, ew amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin. Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî jî peyamek şand û got, em ji bo hêviya aştî û demokrasiyê her gavê diparêzin. -
Îlham Ehmed: Divê em mil bidin aştiyê
Seroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed got, eger Tirkiye bi Sûriyeyê re bigihije aştiyê, wê bi rengekî hîn baştir ji vir derkeve. -
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Divê em hîn zêdetir têbikoşin
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan axaftina vekirinê ya “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” kirin. -
Rêber Apo ji Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk re peyam şand
Rêber Apo ji ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ re peyam şand û got, îro li ser bingehê sosyalîzma civaka demokratîk, dema ber bi serketinê ve ye. -
‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ destpê kir
DEM Partî “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” lidar xist. Ji gelek welatan siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan û muzakervanên aştiyê tevlî konferansê dibin. -
Saritaş: Birêz Ocalan êdî muxatabek siyasî yê fermî ye
Akademîsyen M. Zahîr Saritaş, behsa girîngiya hevdîtina komîsyona Meclîsê ya bi Rêber Apo re kir û got, “Birêz Ocalan cara ewil e weke muxatabek siyasî yê fermî û rewa hat dîtin.” -
Krîza bêdeng a li Tirkiyeyê: Zincîra îhmalkariyê û jehrîbûnan
Berdêla van mirinên ku pêşîgirtina wan gengaz e, ne tenê ji malbatên mexdûran re, lê ji saziyên ku divê tenduristiya gel biparêzin û ji tevahiya civakê re jî radigihîne. -
Zeki Bayhan: Entegrasyona demokratîk, rêya civaka demokratîk e
Zeki Bayhan, ku di sekreteriya Rêber Apo de cih digire, destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk, rêya civakeke demokratîk e û ya ku dê di çarçoveya têkiliya di navbera dewlet û civakê de civaka demokratîk pêk bîne, entegrasyona demokratîk e. -
ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Şahîn ê ku piştî 30 salan hat berdan li Rihayê bi girseyî hat pêşwazîkirin
Nihat Şahînê ku demek dirêj di girtîgehê de ma, piştî hat berdan li Rihayê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Şahîn daxwaza berdana hemê girtiyên siyasî kir. -
Gulîstan Koçyîgît: Ocalan lêgera xwe ya ji bo mitabeqeta siyasî anî ziman
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît got ku Rêber Apo di hevdîtina Îmraliyê de gotiye, “Bi dewletê re mitabeqet çêbû, niha mitebeqeta siyasî digerin” û anî ziman ku pêvajo gihîştiye pêpingekî krîtîk. -
Egîtîm Sen: Di sala dawî de 85 zarokên karker mirin, bila MESEM bê girtin
Şaxên Egitim Sen ên Amedê, ji bo balê bikşînin ser binpêkirinên mafan ên li Navendên Perwerdehiya Pîşeyî (MESEM), li pêşiya Rêveberiya Perwerdehiya Neteweyî ya Bajarê Amedê daxuyanî dan. -
'Bila girtiyê bi nexweşiya giran M. Saît Yildirim tavilê bê berdan'
Rêxistinên hiqûqê û mafên mirovan bang kirin ku girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim ê 74 salî tavilê bê berdan ku berdana wî cara duyemîn 9 mehan hate taloqkirin. -
Îlham Ehmed wê di konferansa Stenbolê de biaxive
Di roja destpêkê ya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî de Hevseroka Dsteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed jî wê biaxive. -
Li Kerboranê merasîma sersaxiyê ya gerîla Elî Kaya hate ziyaretkirin
Ji bo gerîlayê HPG’ê Elî Kaya (Bozan Kendal Kerboran) ê ku 17’ê Hezîrana 2022’yan li Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, li warê wî navçeya Kerboran a Mêrdînê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin. Merasîma sersaxiyê bi girseyî hat ziyaretkirin.