ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bayindir: Mîsogeriya vê pêvajoyê berxwedan û keda gelê Kurd e
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, di civîna gel a li Denizliyê de axivî û got: "Kesên ku hewl didin vê pêvajoyê xirab bikin hene, lê mîsogeriya vê pêvajoyê em in. Tişta ku bi rastî em anîne vê derê, berxwedan û keda bêhempa ya gelê Kurd e." -
Bi girseyî serdana sersaxiya ku ji bo 5 şehîdan li Êlihê hat danîn, kirin
Bi girseyî serdana sersaxiyên ku ji bo 5 gerîlayên HPG’ê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li navenda Êlihê û bajarokê Kaniya Henê hatin danîn, hat kirin. -
Li Mûşê çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê
Konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Zeynep Ersonmez ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, bi girseyî hate ziyaretkirin. -
Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê: Komployek hate têkbirin
Hêzên Parêzvanên Niştimanî yên Siwêdayê diyar kirin ku şebekeyeke 'xiyanet û komploya mezin' hate têkbirin û ragihand ku kesên pêwendiya xwe bi hikumeta veguhêz û hêzên derve hatin girtin. -
Paketa Darazê ya 11'emîn edaletê bi xwe re nîne
Endama Komîsyona Edaletê Dîlan Kunt Ayan ragihand ku Paketa Darazê ya 11'emîn guhertineke zext û kontrolê ye, ne reform e û got, xizmetê ji otorîterbûyînê dike. -
Kenanoglû: Nîqaşa li ser muxatabiyê êdî bi dawî bûye
Hevberdevkê HDK'ê Alî Kenanoglû got, serdana Komîsyona Meclîsê ya li Îmraliyê pêşî li hewldanên afirandina muxatabên cuda girtiye. -
ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Ahmet Ozer bi hevserokên giştî yên DEM Partiyê re li hev civiya
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, ku bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re hate cem hev, tekez kir ku ew ê di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de her berpirsiyariya ku dikeve ser milê wî, bîne cih. -
Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol dewam dike
Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol a li beşa nihêrîna awarte bi antîbiyotîkan didome. -
Ji bo girtiyên nexweş Delal Tekdemîr û Salih Gun daxwaza berdanê
ÎHD û xizmên girtiyan, li Enqere û Stenbolê, daxwaz kirin ku Salîh Gun û Delal Tekdemîr demildest werin berdan. -
Xizmên windayan banga edaletê kirin
Xizmên windayan û ÎHD'ê li çar bajaran li aqûbeta windayan pirsîn û doza edaletê kirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Mahmut Dogan edalet xwest
Dayikên Şemiyê diyar kirin ku faîlên Mahmut Dogan ê di bin çavan de hatî windakirin, tên parastin û daxwaza edaletê kirin. -
Midûrê Emniyetê gef li Hevşaredarên Cizîrê xwar
Hevşaredarên Cizîrê Guler Tûnç Yerebasan û Abdurahîm Dûrmûş ên ku çûn sempozyuma ku Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî li Cizîrê beşdar bû, ji aliyê Midûrê Polîsan ê Şirnexê ve gef li wan hat xwarin. -
Tayîp Temel: Em li bendê ne ku Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe
Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayîp Temel got, ew li bendê ne ku Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îlham Ehmed jî beşdarî Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya li Stenbolê bibe. -
Besê Hozat: Divê di konaxa duyemîn a pêvajoyê de zagonên azadiyê derkevin
Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku divê ji rêveberê herî jor ê rêxistinê heta şervanê herî nû yê tevlî bûye zagona azadiyê bê derxistin û got: “Ev mirov wê biçin; wê xebata siyaseta demokratîk û xebata civaka demokratîk bikin.” -
ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Keskîn Bayindir: Hêza me heye ku em gav li desthilatê bidin avêtin
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir li Mûglayê axivî û bilêv kir ku di serî de partiyên muxalefetê her kes ji bo di têkoşîna aştiyê de wekî kirdeyeke çalak cih bigirin dê heya dawiyê têbikoşin û got, “Hêza me heye ku em gav li destilatê bidin avêtin. -
Çalakiya Roboskî: Komkujî li hemberî mirovahiyê sûc in, bila demborî rabe
Înîsiyatîfa Edaletê ya ji bo Roboskî, di 167’emîn meha Komkujiya Roboskî ya 28’ê Kanûna 2011’an de ku 34 welatî hatibûn qetilkirin, li hev civiya. -
Tahîr Elçî li gelek bajaran bi banga 'edalet' û 'rûbirûbûnê' hate bîranîn
Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di salvegera 10'emîn a qetilkirinê de li gel navçeya Sûr a Amedê li gelek bajaran bi daxuyaniyan hate bîranîn. -
Berdana 6 girtiyan hate taloqkirin
4 jê jin berdana 6 girtiyên ku dihat payîn ku îro ji Girtîgeha Bakirkoy, Bolû û Sîlîvriyê were kirin, ji aliyê Desteya Îdarî û çavdêriyê ve hate taloqkirin. -
Ekofemînîst Prof. Laura Corradi: Tevgera jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst dixe
Civaknas û Ekofemînîst Prof. Laura Corradi diyar kir ku tevgera jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst dixe û got: ‘’Jin hê jî di hedefa her cure tundiyê de ne; tekane tişta ku guheriye ew e ku hişmendî zêde bûye.’’ -
Yegen: Erdogan û AKP êdî neçar in ku bi temamî xwedî li pêvajoyê derkevin û ji civakê re vebêjin
Prof. Mesût Yegen anî ziman ku piştî serdana Îmraliyê di daxuyaniyan de zimanê aktorên siyasî û dewletê guherî ye û işaret bi dûdiliya AKP'ê ya ji bo xwedîderketina li pêvajoyê û pozîsyona muxalefetê kir. -
‘HTŞ divê li gorî Peymana 10’ê Adarê tevbigere; peyman ji bo Elewiyan destkeftiyek girîng e’
Elewiyan nerazîbûn nîşanî êrîşên rêveberiya HTŞ’ê yên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê da û gotin, Peymana 10’ê Adarê ji bo Elewiyan jî destkeftiyek e, HTŞ divê li gorî peymanê tevbigere. -
ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Doza komkujiya 19’ê Kanûnê: Dem di ser sûcên li dijî mirovahiyê re nabihure
Parêzeran nerazîbûn nîşanî biryara demboriya ya di doza komkujiya 19’ê Kanûnê de dan û anîn ziman ku ev sûc li dijî mirovahiyê ye û biryara demboriyê ne pêkan e.