ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Hevseroka KON-MED'ê Rûken Akça qedexeya 32 salan a li Elmanyayê ya li ser PKK'ê bi bîr xist û got, "Ev qedexeya ku bandoreke neyînî li mafên sivîl, çandî û demokratîk ên civaka Kurd dike divê jinûve bê nirxandin."

Sosyolog û Ekofemînîst Prof. Laura Corradi got, "Jin hîn jî di hedefa her cûre tundiyê de ne" û destnîşan kir ku Tevgera Jinên Kurd rê li ber têkoşîna femînîst a li cîhanê dixe.

Prof. Mesût Yegen anî ziman ku piştî serdana Îmraliyê di daxuyaniyan de zimanê aktorên siyasî û dewletê guherî ye û işaret bi dûdiliya AKP'ê ya ji bo xwedîderketina li pêvajoyê û pozîsyona muxalefetê kir.

Elewiyan nerazîbûn nîşanî êrişên rêveberiya HTŞ'ê yên li ser Elewiyên li Sûriyeyê dan û gotin, Peymana 10'ê Adarê ji bo Elewiyan destketiyek e, divê HTŞ li gorî peymanê tevbigere.

Gerîlayan salvegera damerandina PKK'ê pîroz kirin û anî ziman ku PKK dîrokeke berxwedanê ye, ji bo azadiya hemû gelan têkoşiya ye.

Nivîskar Mehmet Karakûş ragihand ku hevdîtina komîsyonê ya bi Rêber Apo re gaveke girîng û pêwîst bû û destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê êdî dewlet sererastkirinên qanûnî bike.

Hunermend Gulsume Ogûz ku bi pêşangeha "Sirgûna Bêdawî ya Qehreman" derket pêşberî hunerhezan gotin, "Min xwest vebêjim bê şer bandoreke çawa li jinan dike."