Bi girseyî serdana sersaxiya ku ji bo 5 şehîdan li Êlihê hat danîn, kirin

Bi girseyî serdana sersaxiyên ku ji bo 5 gerîlayên HPG’ê yên di dîrokên cuda de şehîd bûne, li navenda Êlihê û bajarokê Kaniya Henê hatin danîn, hat kirin.

Ji bo gerîlayên HPG’ê Sadun Sunar (Welat), Mahmut Tunç (Sîyabend) û Fahrettîn Sunar (Delîl) li Kaniya Henê ya navçeya Hezoyê sersaxî hate danîn. Gelek kes serdana sersaxiya ku bi pêşengiya MEDYA-DER’ê hat danîn, kirin.

Hevserokê DEM Partî yê bajêr Azad Esîn di sersaxiyê de axivî û wiha got, “Yekane armanca van kesên ku jiyana xwe ji dest dan, hebû. Ev jî jiyana bi rûmet û azad bû. Ji ber vê yekê mîrateyeke mezin ji me re hiştin. Em ê heta dawiya emrê xwe xwedî li mîrateya ku wan ji me re hiştine, derkevin.”

Piştre, bi tevlîbûna gelek kesan sersaxiya ku ji bo Hayriye Karabaş (Helkîs) û Mehmet Beşîr Şîmşek (Celal) li Taxa GAP a navenda Êlihê hate danîn, hat kirin.

Di her du sersaxiyan de tim û tim dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.