Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol dewam dike

Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol a li beşa nihêrîna awarte bi antîbiyotîkan didome.

HUSEYÎN AYKOL

 Dermankirina rojnamevan Huseyîn Aykol ê di 14'ê Cotmehê de li mala xwe ya Enqereyê xwîn rijiya ser mêjiyê wî, li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sîncanê didome. Aykolê ku piştî du emeliyatan enfeksiyonê xwe li pişika wî girt û ji ber vê di beşa lênihêrîna awarte de dermankirina wî didome, hat hînkirin ku careke din xwîn rijiyaye ser mêjiyê wî. Xwîniya di mêjiyê Aykol de tê şopandin û ligel vê dermankirina wî ya ji ber enfeksiyonê jî didome. 

Hat hînkirin ku rewşa Aykol stabil e.