Ahmet Ozer bi hevserokên giştî yên DEM Partiyê re li hev civiya

Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, ku bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re hate cem hev, tekez kir ku ew ê di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de her berpirsiyariya ku dikeve ser milê wî, bîne cih.

Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer, li Navenda Giştî ya DEM Partiyê bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.

Ahmet Ozer got: "Em qonaxa ku Tirkiye di mijara aştî û demokrasî de gihiştiyê axivîn, û me derbarê pêvajoya piştî niha de danûstana fikran kir." Ozer wisa got: "Ez jî wekî zanyarek û siyasetmedarek ku salên xwe ji bo aştî û demokrasî derbas kiriye û li ser pirsgirêka Kurd xebitiye, ez ê di vê mijarê de her berpirsiyariya ku dikeve ser milê min bi cih bînim û tiştên pêwîst bikim. Em ê Komarê teqez bi aşitî û demokrasiye re bigihînin hev."