ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

- Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

- Hevseroka Konseya Rêvebir a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku divê ji rêveberê herî jor ê rêxistinê heta şervanê herî nû yê tevlî bûye zagona azadiyê bê derxistin û got: “Ev mirov wê biçin; wê xebata siyaseta demokratîk û xebata civaka demokratîk bikin.”

- Lêgerîna petrolê di 5 salên dawî de 35 hezar hektar zeviyên çandiniyê li Amedê tune kirin û dê 4 bîrên nû werin vekirin. Van projeyên ku li Bismil û Sîlvanê hatine plansazkirin, zeviyên çandiniyê û gundan dike bin xeteriyê.

- Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç li ser zêdebûna çekdarbûn, çetebûn û tundiyê li bajarên Kurdan rawestiya û bal kişand ser xizaniya kûr, bê rêxistinî û valahiya otorîteya herêmî.

- Pirtûka bi navê “Çîroka Zarokên Roj û Agir I” ê ku tê de gotin, nota û çîrokên 50 berhemên hûnermend Rotînda cih digire, hate weşandin.

- Li navêndên Tirkiyê û Kurdistanê wê çalakiyên xizmê wenda û girtiyan bê şopandin.