ROJANE
Hemû Nûçe
-
Fîlozof Bourg: Divê gavên qanûnî û zagonî bên avêtin
Fîlozofê Fransî- Swîsreyî Dominique Bourg, piştgirî da banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo û xwest gavên qanûnî û zagonî bên avêtin. Bourg got, “Tevlîbûna Kurdan bi rengekî çalak di qada siyasî de, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê mecbûrî ye.” -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Hêzek wê tevlî artêşê bibe, ya din jî asayîşê pêk bîne
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Rêber Apo di hevdîtinê de li ser entegrasyona QSD'ê gotiye, "Hêzek wê tevlî artêşa navendî bibe, hêza din jî wê parastina herêmê bike." -
Di Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk de wê tecrûbeyên cîhanê bêne vegotin
DEM Partî wê di navbera 6-7'ê Kanûnê de li Stenbolê "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" lidar bixe ku wê 2 rojan dewam bike. -
Bayramoglû: Hevdîtinên yekser ên bi Ocalan re dikare pêvajoyeke aştiyê ya dîrokî bide destpêkirin
Nivîskar Alî Bayramoglû destnîşan kir ku hevdîtinên yekser ên bi Rêber Apo re li gel gavên bêşer-bêçekbûn û entegrasyonê di meseleya Kurd de dikare pêvajoyeke aştiyê ya dîrokî bide destpêkirin. -
Di bin siya ziyanên qeyûm de pêvajoya şaredarvaniya demokratîk
Mûstafa Avci diyar kir ku weke rêveberiyên xwecihî li gel jiholêrakirina ziyana qeyûman a li şaredariyan kiriye, ew hewl didin xizmeteke berfireh, pir alî û pir zimanî bidin civakê. -
ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin
Endamên Komîsyona DEM Partiyê diyar kirin ku kurtegirtekên Îmraliyê ya hatiye weşandin kêm û hilbijartî ye û xwestin ku tevahiya girtekê ji raya giştî re bê parvekirin. -
Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin
DEM Partî li Stenbolê Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk 6,7’ê Kanûnê lidar dixe. Ji Başûrê Kurdistanê jî nûnerên aliyên siyasî, hikûmeta herêmê û kesayet jî cihê xwe di konferansê de bigirin. -
Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim
Di kurteya hevdîtina Îmraliyê ya li komîsyonê hate xwendin de, hate destnîşankirin ku Rêber Apo ji bo serketina pêvajoyê hemû hewldanên xwe raber dike û wê li gorî derfetan hewldanên xwe bidomîne. -
Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin
Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, ji bo amadekirina raporê derbarê serdana bi Rêber Apo re û rêziknameyên ku dê bêne amadekirin, civiya. -
DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di civîna çapemeniyê ya ku li navenda partiya xwe da de diyar kir ku divê girtekên hevdîtina Îmraliyê ya bi Rêber Apo re hat kirin ji raya giştî û meclisê re werin eşkerekirin. -
Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniaya Mîllî piştî serdana Îmraliyê ji bo pêşniyarên partiyên siyasî yên li ser sererastkirinên qanûnî werbigire, li hev kom bû. -
Komîsyon bi rojeva 'serdana Îmraliyê' civiya
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya têkildarî meseleya Kurd li meclîsê ava bû, bi rojeva serdana li Îmraliyê civiya. -
Li gorî Kûrtûlmûş pêvajo kete 'qonaxa herî krîtîk'
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş di mijara pêvajoyê de got, "Divê kes berjewendiyên partî yan jî koma xwe nedin pêş" û anî ziman ku pêvajo heta niha baş hatiye, lê ji niha û pê ve pêvajo qonaxa herî krîtîk e. -
ÎSÎG: Meha Mijdarê 216 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser 'Kuştina li kar' a Mijdara 2024'an a li Tirkiyeyê eşkere kir. -
Ji Bahçelî daxuyaniya 'sererastkirina qanûnî' ya têkildarî pêvajoyê
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di mijara pêvajoya li ser meseleya Kurd de got, "Ez bawer dikim ku ji bo temamkirina sererastkirinên qanûnî wê li Meclîsa Millet a Mezin a Tirkiyeyê îradeyeke hevpar bê nîşandan." -
Ji ber ku ji Meral Akşener re got, ‘Ev der Kurdistan e’ bi hinceta dosyayek din hat girtin
Cemîl Taşkesen, ji ber ku ji Meral Akşener re got ‘Ev der Kurdistan e’ parvekirinên wî yên di sala 2014’an de ên li dijî texrîbkirina goristanên gerîlayan weke hincet hate nîşandan û cezayê girtîgehê lê hat birîn. -
DEM Partî: Qezayên madenê qeder nîne
Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê bi wesîleya 4'ê Kanûnê Roja Madenkaran a Cîhanê daxuyaniyek dan û gotin, "Qezayên madenê qeder nîne, encamek ji polîtîkayên alîgiriya sermayeyê ye." -
Rojnamevan-nivîskar: Rûbirûbûn wê tekez bibe
Rojnamevan Serdar Korûcû ku li ser rûbirûbûnê pirtûk nivîsandiye anî ziman ku ji bo aştiyê tekez divê rûbirûbûn çêbibe û got, "Ji bo vê jî divê dema polîtîkayên şer bi dawî bibe." -
Meral Daniş Beştaş: Em êdî di qonaxa duyemîn de ne; divê gavên şênber bêne avêtin
Parlamentera DEM Partiyê ya Erzîromê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de divê êdî gavên şênber bêne avêtin û guhertinên qanûnî bêne kirin. -
ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Faîk Çîrîk ê ku piştî 30 salan hate berdan: Kêfxweşiya me nîvco ye
Faîk Çîrîk ê ku piştî 30 salan hate berdan, li Mêrsînê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Çîrîk got, “Kêfxweşiya min nîvço ye, heta ku girtî azad nebin em ne azad in.” -
Bi girseyî serdana şîna şehîd Serhat Korkmaz hat kirin
Bi girseyî serdana sersaxiya gerîlayê HPG’ê Serhat Korkmaz (Çiyager Amed) ku di Nîsana 2024’an de şehîd bibû, li navçeya Henê ya Amedê hate danîn, hat kirin. -
Tedawiya rojnamevan Huseyîn Aykol berdewam dike
Rojnamevan Huseyîn Aykol ê ku ji meha Cotmehê ve ye li nexweşxaneyeke Enqereyê tedawî dibe, hê jî di serwîsa çavdêriya awarte de ye. -
Ji Erdogan daxuyaniya têkildarî pêvajoyê: Em xwedî heman îradeya sala 2005'an e
Serokkomar Tayyîp Erdogan gotina "Ev pirsgirêk pirsgirêka min e" bi bîr xist ku di sala 2005'an de di serdana Amedê de kiribû û got, di mijara pêvajoyê de ew xwedî heman îradeyê ne.