DEM Partî: Qezayên madenê qeder nîne

Hevberdevkên Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê bi wesîleya 4'ê Kanûnê Roja Madenkaran a Cîhanê daxuyaniyek dan û gotin, "Qezayên madenê qeder nîne, encamek ji polîtîkayên alîgiriya sermayeyê ye."

Hevberdevkên Komîsyona Kedê Sevtap Akdag û Mehmet Bozgeyîk daxuyaniyek weşandin û gotin, "Beriya her tiştî em rûmet, wêrekî û xwêdana li eniya bi milyonan kedkarî silav dikin ku bi sedan metreyî li binê xakê kedê didin" û "Hemû madenkarên jiyana xwe ji dest dan bi hurmet bi bîr tînin."

Hevberdevkan diyar kirin ku taybetmendiya hevpar a kuştina karkeran "bêkontrolî, nebûna ewlehiyê û bêcezahiştin e" û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di komkujiya karkeran de polîtîkaya bêcezahiştinê yekser dikeve dewrê û sermaye tê parastin. Bi vî rengî bêedaletî mayinde dibe."

DEM Partiyê destnîşan kir ku ew parastina jiyana kedkaran û birêxistinkirina kedê ya bi rengekî azad weke berpirsyariya xwe ya herî mezin a li pêşberî vî welatî dibînin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Qezayên madenê qeder nîne, encamek ji polîtîkayên alîgiriya sermayeyê ye" û banga bicihanîna ewlehiya karkeran hate kirin.

Her wiha hate xwestin ku madenên bêdestûr weke sûcekî giran bê dîtin, patron neyên parastin û dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bê anîn.

DEM Partiyê xwest, hemû astengiyên li pêşiya rêxistiniya sendîkayî bêne rakirin.