ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê
- Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.
- Konferansa Navneteweyî ya Aşitî û Civaka Demokratîk wê li Stenbolê bê lidarxistin.
- Zeki Bayhan, ku di sekreteryayê Rêber Apo de cih digire, destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk, rêya civakeke demokratîk e û ya ku dê di çarçoveya têkiliya di navbera dewlet û civakê de civaka demokratîk pêk bîne, entegrasyona demokratîk e.
- Akademîsyen M. Zahîr Saritaş, balkişand ser giringiya hevdîtina Komîsyona ku li Meclîsê hatî avakirin bi Rêber Apo re û wiha got: “Birêz Ocalan cara yekem wekî muhatabekî siyasî yê fermî û meşrû hate dîtin.”
- Li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên malbatên winda û girtiyan bên şopandin.
- Berdêla van mirinên ku pêşîgirtina wan gengaz e, ne tenê ji malbatên mexdûran re, lê ji saziyên ku divê tenduristiya gel biparêzin û ji tevahiya civakê re jî radigihîne. Heta ku ev zincîra îhmalkariyê neyê çareserkirin, ev krîza bêdeng a li Tirkiyeyê dê berdewam bike.