Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin, cara 1080’an li Qada Galatasarayê kom bûn.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Vê hefteyê ji bo Huseyîn Taşkaya yê ku sala 1993’yan li navçeya Siwerek a Rihayê hate binçavkirin û piştre êdî agahî jê nehate girtin, edalet hate xwestin.

Ji MYK a ÎHD’ê Eren Keskîn daxuyaniya çapemeniyê xwend û ragihand ku 6’ê Kanûna 1993’yan leşker, polîs û cerdevan bi konvoyeke 30 wesayîtî bi ser mala Taşkaya de girtin û ew bi zorê binçav kirin û êdî agahî jê nehat girtin.

Eren Keskîn bal kişand ser lêgerîna edaletê ya 32 salan û got, ew ê ji bo Huseyîn Taşkaya û hemû windayan timî edaletê bixwazin.