MHP: Pêvajo meseleyeke dewletê ya nayê taloqkirin e
Endamê komîsyona li Meclîsê û Cîgirê Serokatiya Giştî ya MHP’ê Fethî Yildiz ji bo pêvajoyê got, meseleyeke dewletê ya nayê taloqkirin e.
Endamê komîsyona li Meclîsê û Cîgirê Serokatiya Giştî ya MHP’ê Fethî Yildiz ji bo pêvajoyê got, meseleyeke dewletê ya nayê taloqkirin e.
Cîgirê Serokatiya Giştî ya MHP’ê Fethî Yildiz ê Berpirsyarê Karên Hiqûq û Hilbijartinê ya MHP’ê û di heman demê de di şandeya Îmraliyê ya Komîsyona Piştevanî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digire, li ser X’ê têkildarî pêvajoyê peyamek parve kir.
Yildiz got, “Dînamîzma civakî ya Tirkiyeyê, kapasîteya dewletê, bandora wê ya herêmî û tecrûbeya wê ya dîrokî, çavkaniyeke mezin û pîroz e. Hêzên emperyalîst nikarin hêza aqlê dewletê ya çareserkirina pirsgirêkan, asteng bike.”
Yildiz diyar kir ku li ser pêvajoyê “axaftinên vale nayên kirin” û “ji polemîkan re girtiye”. Yildiz ev tişt jî got, “Pêvajo meseleyeke dewletê ya nayê taloqkirin e.”