ROJANE
Hemû Nûçe
-
Girtiyê Rojavayî yê 28 salan şandin koxûşa biyaniyan
Girtiyê Rojavayî yê 28 salan ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 1'ê ya Maltepeyê tê ragirtin, bi gotina "Nabe li koxûşa siyasî bimîne" şandin koxûşa biyaniyan. -
Sûcdariyên nû li Nêrgiz Mihemedî û Aliye Mutalîbzade tê kirin
Çalakvanên mafê mirovan Nêrgiz Mihemedî û Aliye Mutalîbzade di peywendiya kurt a li gel malbatên xwe de ragihandin ku di dema binçavkirinê de êşkence li wan hatiye kirin û du tometên nû li ser wan tên ferzkirin. -
ADGB’ê banga xwedîderketinê li têkoşîna girtiyên şoreşger kir
Yekîtiya Hêzên Demokratîk a Ewropayê (ADGB), 28 girtiyên şoreşger ên ku di 19-22’yê Kanûna 2000’an de li girtîgehên Tirkiyeyê hatin qetilkirin bibîr anî û destnîşan kir ku îro jî li girtîgehan bi heman konseptê êrîş û tecrît didomin. -
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Polîtîkaya 100 salî îflas kiriye, em Tirkiyeyeke nû dixwazin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku polîtîkaya ewlekarîperest a 100 salî ya dewletê îflas kiriye û got, "Em demeke nû, serdemeke nû, Tirkiyeyeke nû dixwazin." -
Li Hatayê bi pileya 4.2 erd hejiya
Li Hatayê di saet 12.20’an de bi pileya 4.2 erd hejiya. -
Heyeta Îmraliyê wê bi Davûtoglû re roja Sêşemê bicive
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê roja Sêşemê bi Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû re hevdîtinê bike. -
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Ozel re hate taloqkirin
Hevdîtina ku dihate plankirin sibe di navbera Heyeta Îmraliyê û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel de pêk bihata, hate taloqkirin. -
Tehliyeya rojnamevan Kûrt ji ber îdîaya şandina nameyan hate taloqkirin
Tehliyeya rojnamevan Alî Bariş Kûrt ê ku ji ber rojnamegeriyê girtî ye, bi hinceta ku ji girtîgeheke din re nameyek nivîsandiye bi awayekî kêfî tê astengkirin. -
Bhabha: Beriya her tiştî divê baweriya ji hev bê afirandin
Parêzer Mohamed Bhabha qala rêya azadiyê ya li dijî rejîma Apartheid kir û got, "Beriya her tiştî divê baweriya ji hev bê afirandin. Mirov nikare rabirdûyê ji holê rakin, lê dikarn pê re rû bi rû bibin. Ev rêyeke zehmet û dirêj e, lê divê xwe lê bigirin." -
ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
3'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi xelatdayînê bi dawî bû
3'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê ku bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin, bi dayîna gelek xelatên kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên dirêj bi dawî bû. -
Li Stenbolê ji bo şehîd Xerzan sersaxî û bîranîn hate lidarxistin
Li Stenbolê ji bo Xerzan Zerdeşt (Yahya Karabaş) ê ku di 29’ê Îlona 2019’an de li Qendîlê şehîd bibû, sersaxî û bîranîn hate lidarxistin. -
Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskin Bayindir, di axaftina xwe ya li kongreyeke li Agiriyê de diyar kir ku azadiya Kurdan gelekî nêz e û got, "Ev sedsal dê bibe sedsala gelê Kurd. Bila her kes vê baş bizanibe." -
Li Mûşê Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk
Bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk, li Mûşê “Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk” hat lidarxistin. -
Di kongreya ZIMANGER de banga Kurdî: Divê li her malê were axaftin
Li Rihayê di 1’emîn Lijneya Asayî ya ZIMANGER de îşaret bi statu û perwerdeya zimanê dayikê yê Kurdî hate kirin û bang hate kirin ku li her malê bi Kurdî were axaftin. -
Bi banga DEM Partiyê kedkar ji çar aliyan ber bi Meclîsê ve meşiyan
Fînala meşa "Budçeya ji bo Nan û Aştiyê" li ber Meclîsa Tirkiyeyê pêk hat, ku DEM Partiyê di 12'ê Kanûnê de li Tekîrdag, Êlih, Hatay û Aydinê da destpêkirin. -
Êrişkarê ku leşkerên Emerîkî kuştin endamekî hêzên Şamê bû
Hate ragihandin ku kesê 3 Emerîkî li Sûriyeyê kuştin, endamekî hêzên ewlekariyê yê Sûriyeyê bû. -
ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji Rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevan Osman Çakli hat binçavkirin
Nivîskarê pirtûka Çeteyên Nifşê Nû Osman Çakli li Stenbolê hat binçavkirin. Sedema binçavkirina wî nehat zanîn. -
Meşvanên 'Budçeya Nan û Aştiyê' ber bi Enqereyê ve bi rê ketin
Meşa "Budçeya Nan û Aştiyê" ya ku ber bi Enqereyê ve hatiye destpêkirin gihîştin Îzmîr, Edene û Dîlokê. Di daxuyanî hatin dayîn de li dijî lêçûnên şer daxwaza budçeya ji bo gel, dadwerî û aştiyane hat kirin û piştre ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. -
Meşvanên Herêma Marmarayê bi karkeran re civiyan
Meşvanên Herêma Marmarayê ya ku ji hêla DEM Partiyê ve bi dirûşmeya "Budceya Nan û Aştiyê" ber bi Enqereyê ve hatiye destpêkirin, bi karkeran re civiyan. -
Meşvan bi kedkaran re li hev civiyan
Baskê Egeyê ya meşa DEM Partiyê ya “Budçeya Nan û Aştiyê” li Îzmîrê bi kedkaran re li hev civiya. -
Bila girtiyên nexweş bên berdan
Hat diyarkirin ku divê girtiyên nexweş Seyad Erîşmîş û Mehmet Acettîn demildest bên berdan. -
Xizmên windayan edalet xwestin
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li pênc bajaran çalakî li dar xistin û li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kiryar bên darizandin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Îbrahîm Demîr û Egît Akîpa yên ku di bin çavan de hatin qetilkirin, daxwaza edaletê kirin.