ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Ozgur Ozel destpê kir
Hevdîtina navbera Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel destpê kir. -
ROJEVA 22'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêber Apo: Bîranîna rast pêşxistina têkoşînê ye
Rêber Apo ku ji Kongreya ANKA-DER’ê re peyam şand, diyar kir ku “girêdanbûna şehîdan” ji cihê ku wan hiştiye avakirina civakek demokratîk û mirovî ye û wiha got, “Bîranîna rastîn, birina têkoşînê ber bi asteke pêşketîtir, hişyartir û jiyanparêztir e.” -
'Pêwîstiya hiqûqî ya pêvajoyê di bin berpirsyariya dewlet û desthilatdariyê de ye'
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk got, "Avakirina pêwîstiyên hiqûqî yên pêvajoyê di bin berpirsyariya hevpar a parlament, saziyên siyasî, desthilatdarî û dewletê de ye." -
Heyeta Îmraliyê wê bi lîderên CHP û EMEP'ê re hevdîtinê bike
Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) wê sibe bi Ozgur Ozel û Seyît Aslan re hevdîtinê bike. -
Yek ji rêveberên DEM Partiyê Yaşar Demîr jiyana xwe ji dest da
Ji rêveberên DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr ji ber krîza dil, jiyana xwe ji dest da. -
Wêneyê Sûriyeya Nû' ya di navbera HTŞ, Îsraîl, Tirkiye û DYE'yê de asê maye
Rojnamevan Aykan Sever ji stratejiya Sûriyeyê ya DYE'yê heta bi rageşiya Îsraîl-Tirkiyeyê, ji gefên li ser Rojava heta bi pirsgirêkên avanî yên HTŞ'ê qala hevsengiyên li ber şikestinê yên li herêmê û rîskên gengaz kir. -
ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Koçyîgît: Li pişt kesên ku li dijî pêvajoyê ne, nîvendên dewletê yên ne qanûnî hene
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku di Meclîsê de mafê axaftinê girt, destnîşan kir ku li pişt kesên ku li dijî pêvajoyê ne, nîvendên dewletê yên ne qanûnî hene. -
Çetîn Arkaş banga beşdarbûna mîtînga Amedê kir: Gelê Kurd wê Rêbertiya xwe azad bike
Çetîn Arkaş ji bo tevlîbûna mîtînga "Hêvî û Azadî" ya ku wê di 4'ê Çileyê de li Amedê bê lidarxistin bang kir û got, "Gelê Kurd wê teqez Rêbertiya xwe azad bike." -
Şandeya Îmraliyê serdana TÎP’ê kir: Divê pêvajoya aştiyê derbasî zemîna qanûnî bibe
Pervîn Buldan ser navê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku çû serdana Partiya Karkerên Tirkiyeyê axivî û diyar kir ku divê pêvajoya aştiyê êdî ber bi zemîna qanûnî ve biçe. Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş anî ziman ku piştî civînê ew bêhtir bi hêvî bûne. -
TJA’yê banga tevlîbûna mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ kir: Dem dema hevdîtina bi Rêbertiya azad re ye
TJA’yê banga tevlîbûna li mitînga “Hêvî û Azadiyê” kir ku wê li Amedê were lidarxistin û ev peyam da, “Dem hatiye ku di civakeke azad de bi Rêbertiya azad re hevdîtinê bikin.” -
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û AKP’ê: Aştî bêyî hiqûq nabe
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan piştî hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Şandeya AKP’ê pêk hat de axivî û destnîşan kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê verastkirina hiqûqî pêwîst e. -
Şandeya Îmralî û TÎP’ê dest bi hevdîtinê kir
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi nûnerên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) re civiya. -
Mazlûm Ebdî: 2026’an dê ji bo me bibe destpêkek nû
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, ragihand ku hevdîtina wan a li gel hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê didome û got ku sala 2026’an dê ji bo QSD’ê bibe destpêkek nû. -
Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî daxwaza edaletê
Malbatên windayan û ÎHD, bi çalakiyên li sê bajaran ji bo birayên hev Eyup û Mahîr Karabey, Îsmaîl Haran û Îsmaîl Bahçecî daxwaza edaletê kirin. -
Hevdîtina şandeya Îmraliyê û AKP’ê destpê kir
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi AKP'ê re civiya. -
Dayikên Şemiyê ji bo Nîhat Aydogan ê beriya 31 salan hatî qetilkirin, edalet xwestin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1082'yan de, li aqûbeta Nîhat Aydogan ê 31 sal berê di bin çavan de hat windakirin pirsîn û edalet xwestin. -
Îdîanameya derbarê Asli Aydemîr piştî 167 rojan hat amadekirin
Akademîsyena aştiyê Asli Aydemîr a ku nerazîbûn nîşanî êrîşên komek şerietparêz ên êrîşê Kovara Lemanê kiribûn da û hat girtin, îdîanameya derbarê wê de piştî 167 rojan hat amadekirin. -
Li Berlînê li ser komkujiya Mereş, 19’ê Kanûnê û Roboskî panel hate lidarxistin
Li paytexta Elmanyayê Berlînê li ser komkujiya Mereşê ya sala 1978’an, Komkujiya 19’ê Kanûnê ya li Girtîgehan û Komkujiya Roboskî panel hate lidar xistin û kesên jiyana xwe jidest dane hatin bîranîn. -
Karasu: Berfîn Nûrhaq, hevaleke ku hemû bedewî di xwe de dihewand bû
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, şehîd Berfîn Nûrhaq wekî “kesayeteke taybet ku aliyên bedew ên di hemû hevalan de hene di xwe de şênber dikirin û bi sekna xwe bandor li derdora xwe dikir” pênase kir. -
‘Neavêtina gavên beramber a ji aliyê dewletê ve, di civakê de dibe sedema nîşana pirsê’
Faysal Sariyildiz diyar kir ku ji ber ku dewletê piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a di 27’ê Sibatê de li hemberî nêzîkatiya stratejîk a aliyê Kurd, gavên beramber neavêt, ev yek di civakê de bûye sedema nîşana pirsê. -
Destîna Yildiz: Li girtîgehan pêkanînên kêfî û binpêkirinên mafan zêde dibin
Parêzer Destîna Yildiz diyar kir ku binpêkirinên mafên girtiyên siyasî didome û got, “Girtî ji xizmetên tenduristiyê bêpar tên hiştin, cezayên dîsîplînê, lêgerînên ji nişka ve û desteserkirina pirtûk û rojnameyan şert û mercên jiyana wan xirabtir dike." -
ROJEVA 20’Ê KANÛNA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Li Amedê bîranîna rojnamevan Bîlgîn û Daştan: Bi kenê xwe me ronî kirin
MKG û DFG’ê ji bo rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Amedê bernameya bîranînê li dar xist. Rojnamevanên ku beşdarî bîranînê bûn wiha gotin, “Em bi bûyîna hevrêyên du rojnamevanên wiha ku canê xwe di têkoşîna heqîqetê de feda kirin, serbilind in.”