Yek ji rêveberên DEM Partiyê Yaşar Demîr jiyana xwe ji dest da

Ji rêveberên DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr ji ber krîza dil, jiyana xwe ji dest da.

YEK JI RÊVEBERÊN DEM'Ê YAŞAR DEMÎR

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Edeneyê Yaşar Demîr, pêr krîza dil derbas kir û rakirin Nexweşxaneya Bajar a Edeneyê. Li nexweşxaneyê emeliyata bypassê hat kirin û rakirin beşa çavdêriya awarte. Demîr, tevî mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da.

Tê payin ku cenazeyê Demîr îro were veşartin.