ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 27’Ê KANÛNA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
DEM Partî: Li dijî êrîşan têkoşîna hevpar xwedî girîngiyeke jiyanî ye
DEM Partiyê êrîşa li ser mizgefta li Humusê şermezar kir û destnîşan kir ku li dijî tundî û êrîşên mezhebperest ên li herêmê, piştgiriya di navbera gelan de û têkoşîna hevpar xwedî girîngiyeke jiyanî ye. -
Bayindir: Ji 7 heta 70 salî divê her kes beşdarî mitîngê bibe
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê ku tevlî xebatên amedakariya mitînga ku dê di 4’ê Çileyê de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Amedê bê lidarixstin bû, ji 7 heta 70 salî bang li her kesî kir ku tevlî mitîngê bibin. -
Salvegera 14'emîn a Komkujiya Roboskî: Ji bo aştiyeke rasteqîn pêwîstî bi rûbirûbûnê heye
Qurbaniyên Komkujiya Roboskî di salvegera 14'emîn de hatin bîranîn. Li Amed û Dersimê di bîranînan de ji bo pêkanîna aştiyeke rasteqîn banga rûbirûbûnê hate kirin. -
Li Kurdistanê gel daxwaza 'mafê hêviyê' dike
Li gorî lêkolîna perîyodîk ya SAMER’ê ku li 16 bajarên Kurdistanê pêk aniye, di meha Cotmehê de rêjeya kesên ku dixwazin mafê hêviyê bi awayekî fermî were naskirin, bûye ji sedî 71,9. -
Laura Quagliuolo: Wezîfeya me ye ku em Abdullah Ocalan ji her kesî re vebêjin
Parêzvana Mafên Mirovan Laura Quagliuolo, diyar kir ku Rêber Apo yek ji fîlozofên herî girîng ê cîhanê ye û got, “Divê tavilê azad bibe. Peywirek em heye ku em Abdullah Ocalan ji her kesî re vebêjin.” -
'Me ji Tirkiyeyê gaveke şênber a ji bo pêşveçûna pêvajoyê nedît'
Zanyara siyasetê Jino Victoria Doabi diyar kir ku aliyê Tirkiyeyê li ser pêvajoyê hîn gaveke şênber neavêtiye û got, "Li hemberî vê yekê em dibînin ku PKK û Ocalan vê pêvajoyê bi rengekî cidî dinirxînin." -
ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Bi girseyî serdana sersaxiya Şehîd Şahîn Cîlo hat kirin
Sersaxiya ku ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Cîlo li navçeya Dêrika Mêrdînê ya ku lê ji dayik bûye, hatibû danîn ji aliyê girseyeke mezin ve hate ziyaretkirin. -
Li Amedê ji bo Şehîd Sîdar Andok sersaxî hat danîn
Ji bo Sîdar Andok (Nîhal Ay) ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd bibû, li Amedê sersaxî hat danîn. Bi girseyî serdana sersaxiyê hat kirin. -
Mehmet Tûnç jiyana xwe ji dest da
Yek ji kesên girîng ên ji tevgera şoreşger a Tirkiyeyê û berdewamkerê kevneşopiya Kaypakkaya Mehmet Tûnç li sirgûnê jiyana xwe ji dest da. -
Sererastkirina rêziknameyên qanûnî mifteya qonaxa duyemîn e
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, anî ziman ku qonaxa duyemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikare bi rêziknameyên qanûnî pêş bikeve û got, “Ev pêvajo ji bo me tê wateya rastkirina zagonan û siyaseta ku bi hiqûqê tê xurtkirin.” -
Hevserokên Federasyona Lêkolînên Îslamî hate hilbijartin
Di kongreya destpêkê ya Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê de Abdullah Sagir û Perva Înal ji bo hevserokatiyê hate hilbijartin. -
Hatîmogûllari: Xeta Îslama Demokratîk wê çareseriya pirsgirêkên li vê xakê ronî bike
Tulay Hatîmogûllari li Kongreya Asayî ya 1'emîn a Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê axivî û got, "Gelekî girîng e ku Îslam bi nirxên xwe li ser zemîneke demokratîk bigihêje hev." -
DEM Partiyê giliyê êrişa zayendîperestiyê ya li dijî Leyla Zana kir
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) giliyê êrişa zayendîperestî û heqareta li siyasetmedara Kurd Leyla Zana kir. -
Bozan: Mafê hêviyê baskê aştiyê ye
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mecbûriyeteke polîtîk û hiqûqî ye û got, pêvajoya aştiyê dema ku di navbera aktoran de wekhevî hebe dikare bi pêş ve biçe. -
ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Pakêta darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt hat qebûlkirin
11’emîn Pakêta Darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt rastî bertekan hat, bi dengên AKP û MHP’ê hat qebûlkirin. Meclis heta 6’ê Çileyê kete betlaneyê. -
Civîna komîsyonê: DEM Partî bal kişand ser ‘rapora berfireh'
Di civîna 20’emîn a komisyonê de biryar hat dayîn ku xebata komîsyonê were dirêjkirin. Endamên DEM Partiyê diyar kirin ku pêdivî bi raporek berfireh a bi perspektîfa demokratîk heye. -
Li gorî Kurtulmuş zêde dema Tirkiyeyê nîne
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş got, ji bo xurtkirina eniya navxweyî, xwişk-biratî û bêpevçûniyê gelek demek Tirkiyeyê nemaye. -
Li girtîgehên Riha, Tokat û Osmaniyeyê binpêkirina mafên mirovan
Şaxê Rihayê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehên li Tokat, Osmaniye û Rihayê raporek weşand. -
Dema kar a komîsyonê ji bo du mehan hate dirêjkirin
Komîsyona ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê ava bû, di civîna xwe ya 20'emîn de biryar da ku dema kar du mehên din dirêj bike. -
Li Kanadayê qanûna koçberiyê tund dibe
Li Kanadayê pêşnûme qanûna C-12 a hikûmeta Lîberal, mafên koçberan paş xistiye. Parêzvanên mafên mirovan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan. -
Li Şirnexê di serdegirtina malan de tundiya polîsan û binçavkirin
Li Şirnexê di encama serdegirtinên malan ên bi hinceta ‘’propagandaya rêxistinê’’ de 3 ciwan hatin derbkirin û binçavkirin. -
Komîsyon ji bo dema xwe ya kar dirêj bike li hev kom bû
Komîsyona ku têkildarî meseleya Kurd li meclîsê ava bû, ji bo dema xwe ya kar dirêj bike ji nû ve li hev kom bû.