ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Dayika Aştiyê Hediye Dûman hate veşartin
Dayika Aştiyê Hediye Dûman ku doh jiyana xwe jid est da, li Mîdyadê bi gotina "Oxir be ji te re dayika lehengan" hate veşartin. -
Serokê Giştî yê berê yê HADEP'ê Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bîranîn
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di bîranînê de axivî û got, "Em ê ji cihê ku hiştine bi biryardarî bimeşin." -
Koma nivîsandinê ya komîsyonê wê roja Sêşemê bicive
Ji bo rapora dawî ya komîsyon a li meclîsa Tirkiyeyê amade bike, koma nivîsê wê roja Sêşemê bicive. -
DEM Partî: Destwerdana DYE’yê ya li Venezuelayê rê li ber xeteriyê vedike
Hevberdevkên Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay û Berdan Ozturk, nerazîbûn nîşanî êrîşa DYE’yê ya li ser Venezuelayê dan û gotin, “Destwerdana DYE’yê ya li ser Venezuelayê gefê li tevahî herêmê dixwe.” -
Şêx Xeznewî bang li rêxistinên Rojhilat kir: Ji bo parastina gel eniyeke hevpar ava bikin
Alimê Kurd Şêx Mûrşîd Xeznewî têkoşîna gelê Rojhilat silav kir û got, "Partî û rêxistinên Kurd hemû divê bibin yek; ji bo parastina gelê Kurd ê li Rojhilat enî û platformeke hevpar ava bikin, li dora maseyekê bicivin û bibin hêzeke mezin." -
'Jiyana girtiyên siyasî di metirsiyê de ye'
Wasiyê Bager Sayak û Cîhat Bekîrîn ên li Girtîgeha bi Ewlekariya bilind a Hejmara 1'emîn a Sîncanê têne ragirtin Ahmet Sayak got, "Li zindanan kiryarên welê hene ku pêvajoyê sabote dikin. Rêveberiya girtîgehê ewlehiya jiyanê ya girtiyan dixe metirsiyê." -
ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Saziyên Elewiyan: Em ê wekî rehên ku li ser van axan nayên qutkirin bimînin!
Saziyên Elewiyan li Stenbolê êrîşên qirkirinê yên çeteyên cîhadîst ên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser gelê Elewî tê meşandin protesto kirin û peyama "Em ê wekî rehên ku li ser van axan nayên qutkirin bimînin!" dan. -
Roja duyemîn a sersaxiya Aykol bi dawî bû
Roja duyemîn a sersaxiya Şehîdê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê hatibû danîn, bi dawî bû. -
Şîna ji bo Huseyîn Aykol di roja duyem de ye
Şîna ku ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol hat danîn, di roja duyemîn de ye. Beşdaran bîranîn û hestên xwe di lênûska ku ji bo bîranîna Aykol hatiye danîn de nivîsandin. -
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya sala nû de daxwazên xwe rêz kirin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de daxwazên xwe yên ji bo sala nû rêz kirin. -
Dayika Koçero Ûrfa, Fadîle Arslan jiyana xwe ji dest da
Dayika endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Ûrfa), Fadîle Arslan (86) jiyana xwe ji dest da. -
Hunermend Mehsa Zareî hate binçavkirin
Hunermenda Kurd Mehsa Zareî duh li cihê kar bêyî ti biryarek a darazê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hate binçavkirin. -
Roja şeşemîn a xwepêşandanan, tundî dewam dike
Xwepêşandanên li seranserî Îranê kete roja xwe ya şeşemîn, her ku xwepêşandan li dehan bajaran belav dibin, pevçûnên tund û pêla girtinan zêde dibin. -
Dayika Aştiyê Hediye Duman jiyana xwe ji dest da
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Duman li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hediye Duman wê li gundê Keferze yê Mîdyadê were veşartin. -
Karasu: Gavên ku me avêtin, divê bigihîjin statuyeke hiqûqî
Karasû destnîşan kir ku divê pêvajo derbasî zemîna siyasî û hiqûqî bibe û hişyariya, “Ger rewşa hiqûqî ya gerîla û kadroyan neyê zelalkirin, wê pêvajo bixitime” û got, ger dev ji polîtîkaya sedsalî bê berdan, wê demeke kin çareseriya dîrokî pêk were. -
Serhat Eren: Heta ku gavên hiqûqî neyên avêtin, pêbaweriya Kurdan çênabe
Parlamenterê DEM Partî yê Amedê Serhat Eren lêkolîna dawî ya raya giştî ya SAMER’ê nirxand û diyar kir ku gelê herêmê bi hişyarî piştgiriyê dide pêvajoyê û anî ziman ku daxwazên ewlehiya hiqûqî û “mafê hêviyê” derketiye pêş. -
ROJEVA 3’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
Aykol bi axa ji Kobanê hate veşartin
Rojnamevan Huseyîn Aykol piştî mreasîma li Dika Yilmaz Guney a Çankayayê, li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hate veşartin. Li ser wasiyeta Aykol bi axa ji Kobanê hate anîn, hate veşartin. -
Aykol tê oxirkirin
Rojnamevan Huseyîn Aykol ê jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma li Enqereyê li Goristana Karşiyakayê tê veşartin. -
Kedkarên Çapemeniya Azad: Em ê bi te re bimeşin
Kedkarên Çapemeniya Azad peyamek ji merasîma Huseyîn Aykol re şandin û gotin, "Em ê bi te re ber bi cîhaneke wekhev, azad û adil bimeşin ku xeyala te bû." -
SAMER: Di sala 2025’an de 420 jin hatin qetilkirin, 508 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan
Li gorî rapora Navenda Lêkolîna Qadan a SAMER’ê ku dispêre çavkaniyên çapemeniyê, di sala 2025’an de 420 jin hatine qetilkirin û 508 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. -
YRA'yê ji bo Huseyîn Aykol peyama sersaxiyê weşand
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol peyama sersaxiYê weşand. -
Bakirhan: Em ê deynê xwe bi avakirina welatekî azad bidin
Tûncer Bakirhan li merasîma ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol axivî û got, "Em ê deynê xwe yê ji bo wî bi avakirina welatekî demokratîk û azad bidin."