ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek bajaran êrîşên ser Helebê hatin protestokirin, berxwedana Rojava hat silavkirin
Di çalakiyên li Stenbol, Sêrt û Amed hatin lidarxistin de êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin protestokirin û peyamên piştgiriyê ji bo Rojava û gelê Kurd hatin dayîn. -
Êrîşên li ser Helebê li Wan û Agiriyê hatin protestokirin
Komkujî û êrîşên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ya bi desteka dewleta Tirk ên li ser taxên Helebê, li Wan û Agiriyê hatin protestokirin. -
Endamê KNK'ê Ahmed Yaman wefat kir
Konseya Rêveber a KNK’ê ragihand ku endamê Komîsyona Karên Derve ya KNK'ê Ahmed Yaman koça dawî kiriye û peyama sersaxiyê weşand. -
Dayikên Aştiyê ji bo rawestandina êrîşan li ser rêya Enqereyê ne
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo rawestandina êrîşên li ser Kurdên li Helebê, ji gelek bajaran berê xwe dan Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê ya li Enqereyê. -
Li Amedê 3 kesên komkujî şermezar kirin hatin binçavkirin
Li Amedê 3 kesên ku êriş û komkujiyên li taxên Kurdan ên li Helebê şermezar kirin, hatin binçavkirin. -
Salman Kûrtûlan: Mîrateya berxwedanê ya 35 salan
Ji kesayetên pêşhatî yê tevgera siyasî ya Kurd a li Ewropayê Salman Kûrtûlan ji ber nexweşiya kanserê di 1'ê Çileya 2026'an de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da û li warê xwe hate veşartin. -
Kamaç: Serketina yekîtiya neteweyî ya Kurd wê çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bike
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç got, “Bi hilweşîna sîstema cîhanê re, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizyankirin. Di vê pêvajoya dîrokî de misogeriya herî mezin a Kurdan perspektîfa yekîtiya netewî û civaka demokratîk e.” -
Stanislav Mihailoviç: Li Helebê dibe ku pêşî li komkujiya sivîlan bê vekirin
Pisporê Rojhilata Navîn Ivanov Stanislav Mihailoviç anî ziman ku kontrola HTŞ'ê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê wê pêşî li qirkirina gelê sivîl veke. -
Newroz Ûysal: Bi gotina xwişk-biratiyê dijberiya li statuya Kurdan nabe!
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal nerazîbûn nîşanî êrişên çeteyên cîhadîst ên li dijî taxên Kurdan ên li Helebê û helwesta Tirkiyeyê da û got, "Bi gotina xwişk-biratiyê re dijberiya li statuya Kurdan a li Rojava nabe." -
ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Peymangeha Teknîkê ya Helebce berxwedana Rojava silav kir
Xwendevan û mamostayên Peymangeha Teknîkê ya Helebceyê bi çalakiyekê êrişên çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. -
'Êrişên li Helebê sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye'
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan ragihandin ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sûcê li dijî mirovahiyê ne û bang li civaka navneteweyî û Tirkiyeyê kirin ku bi berpirsyarî rabin. -
Li Êlihê serdegirtina malan a ji ber Helebê: 4 kes hatin binçavkirin
Bi hinceta ku tevlî çalakiyên ji bo şermezarkirina êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bûne li Êlihê 4 ciwan hatin binçavkirin. -
Îran di kêliyên dijwar re derbas dibe: Di navbera şoreşa hêrsê û gefên şer de
Îran ji ber tevlihevbûna faktorên navxweyî û zextên derveyî rojên gelek dijwar derbas dike. Xwepêşandan bi zêdebûna aloziyên li gel Amerîkayê û gefên Îsraîlê re hevdem in; ev rewşa li bendê mayînê, dîmena Îranê ji gelek îhtimalan re vekirî dihêle. -
Dayikên Aştiyê wê ji bo Helebê biçin Enqereyê
Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê dan û wê li dijî êrişan biçin Enqereyê. -
55 kes û rêxistinên civaka sivîl li dijî êrîşên li ser Helebê daxuyaniyeke hevpar dan
Li dijî êrîşên li ser taxên Kurdan yên Helebê, 55 kesayet û rêxistinên civaka sivîl daxuyaniyek dan û gotin, divê di derbarê komkujî û sucên hatine kirin de lêpirsîn were were destpêkirin. -
Ji hiqûqnasên Abya Yalayê banga 'mafê hêviyê'
Hiqûqnasên ji Abya Yalayê bang li Tirkiyeyê kirin ku mafê hêviyê nas bikin. Bang li Ewropa û civaka navneteweyî jî kir ku di serî de dosya Rêber Apo biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bê kêmasî bi cih bîne. -
Ji rojnamevanê girtî Kûrt nameya ji bo Huseyîn Aykol
Rojnamevanê girtî Alî Bariş Kûrt ji bo kedkarê çapemeniya azad ê jiyana xwe ji dest da, nameyek nivîsî û ragihand ku yek ji hincetên taloqkirina înfaza cezayê lê hatiye birîn, nivîsandina nameyan a ji bo Aykol bû. -
Metîn Yegîn: Dîplomasiya gel yekane rêya rabûna li ber êrişên li ser gelan e
Metîn Yegîn êrişa DYE'yê ya li ser Venezuelayê weke 'pornografiya faşîzmê' pênase kir û ji Latîn Emerîkayê heta bi Rojava ji bo teşhîrkirina êrişên li ser gelan bal kişand ser girîngiya dîplomasiya gel. -
Agît Kabayel serketina xwe diyariya gelê Rojava kir
Boksorê Kurd Agît Kabayel di pêşbirka giran de ku li Rudolf Weber-Arena ya li Oberhausenê hat lidarxistin, şampiyonê WBC’ê Damian Knyba têk bir û serketina xwe diyarî gelê Rojava kir. -
Nadine Maenza: Ewlekariya herêmê bi ti awayî nabe ku ji SMO re bê hiştin
Nadine Maenza destnîşan kir ku nayê qebûlkirin, ewlehiya herêmê ji SMO ya bi piştevaniya Tirkiyeyê re bê hiştin û got, ev kom ew rêxistiniyên Îslamî yên radîkal in ku ji ber binpêkirina mafên mirovan ketine ber pêkanînan. -
Perîhan Koca: Êrişên li Helebê şensê aştiyê yê li Tirkiyeyê qels dike
Parlamentera DEM Partiyê Perîhan Koca anî ziman ku êrişên HTŞ'ê yên li ser warên K urdan ne tenê li Sûriyeyê her wiha xisar li nîqaşên aştî û çareseriyê yên li Tirkiyeyê kiriye. Her wiha got, piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo HTŞ'ê gel avêtiye nava egir. -
ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li gelek bajarên Tirkiyeyê banga rawestandina êrîşên li Helebê kirin
Li Hatay, Edene û Mersînê êrîşên çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Helebê hatin protestokirin. Di çalakiyan de daxwaza rawestandina êrîşan hat kirin.