ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.

Êrişên komên çete yên ser bi dewleta Tirk ên li nava Hikumeta Veguhêz a Şamê yên li ser Helebê û qadên Rêveberiya Xweser wê bêne şopandin.

Serhildana gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê di roja 17'emîn de bê şopandin ku di nava atmosfera krîza aboriyê de destpê kir û bi daxwazên siyasî, civakî û aborî dewam dike.

Hişyar Ozsoy anî ziman ku şerê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo lawazkirina destê Kurdan di hevdîtinên QSD-Şamê de ye û DYE bi vî rengî dixwaze li Sûriyeyê zextê li Kurdan bike û bi vî rengî entegreyî rejîma nû bike.

Hevserokê DBP’ê yê bajarê Amedê Ahmet Dogan, êrîşên çeteyên girêdayî HTŞ’ê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê wekî “komkujiyeke hovane” pênase kir û destnîşan kir ku tevî hemû êrîşan dê gelê Kurd bibe xwedî statû. 

Endamên Koma Cûdî têkildarî salvegera yekemîn a Berxwedana Tişrînê axivîn û gotin, "Li dijî gelên me yên Kurdistanê li ku derê êriş bê kirin, em ê bi şervanên xwe re bin û tevlî berxwedanê bibin."

Weke jineke ciwan berê xwe da çiyê. Destpêkê navek li xwe kir û bû dilxwaza nivîsandina çîroka xwe. Di bi siya jiyanê de navê xwe kir Siyajîn Heskîf.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Botan diyar kir ku cewhera jin mîna cewhera çiyan e û got, "Her tim çiya xurtbûna xwe diparêze û tu tişt nikare wê hilweşîne. Jin jî heman rengî ye, ger ku bingeha xwe ya azadiyê rast bavêje dikarin xwebûna xwe bidest bixin.” 

Ji bo Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê ya 3'yemîn serlêdanan destpê kir ku wê di navbera 17-20'ê Nîsanê de pêk were.