ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Girtiyên Apoyî: Em ê bi mafê xwe yê berxwedana demokratîk bersivê bidin êrîşan
Girtiyên Apoyî bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û diyar kirin: “Di bin her şert û mercî de, em ê li dijî êrîşên li ser gelên me û nirxên me pêş dikevin, mafê xwe yê berxwedana demokratîk bi kar bînin û bersivê bidin.” -
Hevserokên DBP’ê: Em bang li gelan dikin ku ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskin Bayindir diyar kirin ku statuya Rojava wê pêşeroja gelên Rojhilata Navîn diyar bike û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku “ji bo parastina Rojava û mirovahiyê bikevin tevgerê.” -
Foza Yûsif: Divê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin
Endama Serokatiya Konseya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku derbarê Bakur Rojhilatê Sûriyê de gelek agahiyên xelet ên di çarçoveya şerê taybet de tên meşandin û xwest ku tenê daxuyaniyên QSD’ê esas bên girtin. -
Rêber Apo: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîke
Heyeta Îmraliyê: Rojeva esasî ya hevdîtinê bûyerên li Sûriyeyê bû. Birêz Ocalan anî ziman ku ji ber şer û rageşiya zêde ew gelekî bi fikar e û ev rewş weke hewldana ji bo têkbirina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pênase kir. -
Li 9 bajaran wê çalakiyên girseyî werin lidar xistin
Îro wê li 9 bajarên kantonên Cizîrê û Firatê meşên girseyî werin lidar xistin da ku êrîşên çeteyên Hikûmeta Demkî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin û piştgiriyê bidin QSD'ê. -
Firat: Li Rojava êriş li dijî îradeya gel tê kirin; nikarin vê îradeyê bişikînin
Mehmet Kasim Firat: Dibe ku êriş zêde bibe; lê belê rastiya gelê Kurd wê bi ser bikeve ku sedan sal in li ber xwe dide. Ya ku li Rojava êriş lê tê kirin îradeya gel e û nikarin vê îradeya gel bişikînin. -
ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2026'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rojnamevan Nedîm Oruç hat girtin
Rojnamevan Nedîm Oruç ê ku dema li navçeya Cizîrê nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hatibû binvçakirin, bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hat girtin. -
Meral Daniş: ‘Li Amedê aşitî, li Helebê dijminatî nabe'
Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê li Kadikoyê êrîşên li Sûriyeyê yên li dijî gelan protesto kirin. Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş ku di çalakiyê de axivî got: “Gotina ‘em li Amedê li hev werin lê li Helebê hûn dijmin in’ tu bersiva wê nîn e. -
Şandeya DEM Partiyê ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir, vegeriya
Şandeya DEM Partiyê ku ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re çûbû Îmraliyê vegeriya. -
Civîna li Hewlêrê bi dawî bû, tê payîn ku daxuyanî were dayîn
Hat ragihandin ku civîna li Hewlêrê ku Tom Barac, Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Mesud Barzanî tevlî bûn, bi dawî bûye û dê têkildarî naverokê daxuyanî were dayîn. -
Girtiyên nexweş divê bên berdan
Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê de hate xwestin ku girtiyên nexweş Mûrat Çalik, Ayhan Kavak û Huseyîn Bîlecan bên berdan. -
Li Kirmanşanê Dilara Kazemî bi êşkenceyê hate qetilkirin
Di protestoyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de jineke Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve bi êşkenceyê hate qetilkirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan edalet xwestin
Dayikên Şemiyê xwestin ku faîlên Abdullah Canan ê li Colemêrgê piştî hatî binçavkirin hate qetilkirin, bên cezakirin. -
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo dîtina Rêber Apo çû Giravê. -
Mazlûm Ebdî û Tom Barrack li Hewlêrê ne
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYE’yê ji bo bicivin, çûn Hewlêrê. -
Rêber Apo: Yekîtiya demokratîk, têgihiştina yekîtiyeke dildarî û pirrengiyê ye!
Rêber Apo got, “Yekîtiya demokratîk a neteweyî têgihiştineke li ser bingeha îradeya civakan a dildarî û pirrengiyê esas digire. Yekîtiyek mayînde bi îradeya jiyana hevpar, wekhevî û hevnaskirina dualî pêkan e.” -
Hêlîn Ûmît: Heta bi heqîqetê re hevrûbûn nebe, zemînek bo aştiyê nayê avakirin
Hêlîn Ûmît, di salvegera 13’emîn a qirkirina Parîsê de bal kişand ser “mekanîzma darbeyê” û anî ziman ku aşîtî tenê bi rastiyan re hevrûbûnê dikare were avakirin û êrîşên li Helebê wekî “siyaseta bêkurdkirin û guhertina demografîk” binav kir. -
Êrîşên li ser Helebê di rojeva hikûmeta Spanyayê de ne
Senatorên Spanyayê Gorka Elejabarieta Diaz û Josu Estarrona Elizondo, êrîş û komkujiyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xistin rojeva hikûmeta Spanyayê û bang li Spanyayê kirin ku bikeve nava liv û tevgerê. -
Oral ê girtî: Hewl didin me bikujin!
Birayê Îhsan Oral ê ku di girtîgehê de bi awayekî sîstematîk rastî îşkenceyê tê, Haşim Oral got, "Di serdana me ya dawî de ew ji ber tayê dişewitî. Piştî ku ew ji nexweşxaneyê anîn bi ava sar êşkence lê kirin. Divê herkes bêhiqûqiya li girtîgehan bibîne." -
Aslan: Sûriye welatekî wisa nîn e ku ji HTŞ’ê re bê hiştin
Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyit Aslan, diyar kir ku êrîşên HTŞ’ê yên li Helebê ji DYA, Îsraîl û Tirkiyeyê ne serbixwe ne û got ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê, ne Meclis û ne jî desthilatdarê gaveke şênber neavêtine. -
Tevgera Azadiyê: Em ê xeta têkoşînê ya Celal Amed bidin jiyîn
Celal Amed (Celal Bayimiş) ê ku jiyana xwe ya şoreşgerî ya 49 salan da azadiya gelê Kurd li Rojava bi qeyrana dil şehîd bû. Tevgera Azadiyê got xeta têkoşînê ya Celal Amed a bi dilsoziya Apoyî, dilnizmî û kedê ve girêdayî wê were jiyîn û parastin. -
ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2026’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê -
'Heta ku êrîş rawestin em ê li kolanan bin'
Di çalakiyên protestokirina êrîşên HTŞ'ê yên ku bi piştgiriya dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne kirin de peyama "Heta ku êrîşên li dijî Kurdên li Rojava û Sûriyeyê rawestin em ê li qadan bin" hat dayîn.