ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2026'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên têkildarî êrişên li ser Rêveberiya Xweser a li Rojava wê werin şopandin.

Bûyerên li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê werin şopandin.

Aslan anî ziman ku Tirkiye bi êrişa li ser Kurdan nikare li Rojhilata Navîn tiştekî bi dest bixe û got, "Eger dixwaze li herêmê bibe welatekî cihê hurmetê, weke ku Abdullah Ocalan got, ji bilî xurtkirina xwişk û biratiya Kurd-Tirk şensekî xwe nîne."

Oldar Mahmût Şik diyar kir ku pêvajoya aştiyê bi gavên yekalî nikare bi pêş ve biçe û got, "Mercê esasî yê aştiyeke bi rûmet û mayinde azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye."

Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Salîha Aydenîz bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û anî ziman ku êriş li ser paradîgmaya gelan a li herêmê tê kirin.

Rêber Apo diyar dike ku rêxistiniya komunê rêxistiniya dema nû ye û divê ev yek li her qada jiyanê hebe.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.